Jiyan
Jiyan ne wek îsotê tûj e, ne wek tahlikê zelindar e, ne jî wek hingiv şîrîn e.
Tûj û şîrîn, tahl û tirş û miz giş tevlihev in. Hinek xwe zû fêrî vê tahma tevlihev dikin, hinek jî hetanî mirinê
fêrî vê tahmê nabin, lê dîsa jî ji mecbûrî dibêjin tahmeke xweş e.
Jiyan her tim bi hesab û kitab nameşe, lêhatin e, dibê şansê meriv hebe. Şans jî bêxwedî wek lotoyê, wek bilêta pîyangoyê ye, ji her kesî ra lênexe.
Di jiyanê da ji hinekan ra lê tê, kabê wan tim mîr tê, ji hinekan ra jî tim xwar tê, tim çep digere.
Zewac
Meriv dizewice jî poşman e, nazewice jî poşman e. Çimkî kane zewaceke baş be
jî, kane zewaceka xerab be jî. Dimîne meriv û şansê xwe.
Dema meriv dizewice meriv kor e, bi destopelkê hema xwe li diqelibîne.
Piştî zewacê bi demekê çavê meriv vedibe, lê wê demê jî êdî dereng e. Bi kêmanî
ji bo hin kesan dereng e.
Heger meriv di xulqê hev da be, li hev bike, li gorî hev be
zewac baş e, meriv ji tenêtiyê xelas dibe, zarok û neviyan li dora xwe dibîne.
Lê heger du kesên ne di xulqê hev da rastî hev hatibin, du qerekterên li dijî
hev bin a wê demê jiyan li meriv dibe zindan, meriv dikeve feqê.
Carnan meriv rehet kane feqê bişkîne, lê carnan jî feq qalind e, nayê şikandin,
meriv hetanî mirinê bendkirî dimîne.
Zarok
Ewladê baş, tebitî, bêgelş bextewarî ye, huzûr e, gul û dilşadîya jiyanê ye.
Lê ewladê xerab, ewladê bi problem jî derd e, merez e, kuleke bêderman e, ne
dikewe, ne dicebire, ne jî derman dibe. Di dil û hinavê meriv da dibe wek janeka
zirav û tim jan dide, ne derman, ne jî hekîmî lokman, kes nikane alî te bike, dibe
birîneke dil da, dibe mengene û heta mirinê te dicû.
Agir xweş e lê xwelî(arî)jî jê çê dibe. Ji gelek dê û bavên hêja, canfedayên welatê xwe ewladên bêkêr çêbûne. Gelek kesên tirkan bav û kalên wan bi darde kirine, ew bûne hevalên dewltê.
Ewladê baş bavê dike wezîr, ewladê xerab jî rezîl dike.
Dostoyevskî xweş gotiye, ”Tu çi dikî bike, tu yê poşman bimre. Belkî ji ber tiştên te kirin, belkî jî ji ber tiştên te nekirin.”
Erê wele, bi rastî jî eynî were ye, dawî tim poşmanî ye. Çi heyf meriv dereng
viya fahm dike. Xwezî aqilê extîyariyê(klîtiyê)di xortaniyê da jî bi meriv ra
heba.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar