Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-05
Me jimartina rayên kongreya Komela Belediya Stockholmê do neqedandibû, îro ji
nuh ve jimart. Li gorî rayên hatine dayin ev kes hatin hilbijartin:
Endamên komîta karger ên esîl:
-Nebî Bal, Firat, Faîq, Roman, Zinarê Xamo, Emer, Hecî.
Cîgirên Komîtê:
Mahmûd, Nafî Çilgin
Dogan, Nebî Bal, Şervan Buyukkaya, Paşa Altûnbay, Batal, Nafî Çilgin.
Nûnerên hatin hilbijartin ev in:
-Mamoste Nûjen, Îbo, Malmîsanij, Silo, Alî Çîftçî, Aydin, Mistefa Duzgun, Selîm Bakac.
Di kongrê da hevalên KUKê nivîsa Bakî Karer dan min. Bakî gotibû ew tiştekî binivîsîne. Ez meraq dikim hela çi nivîsî ye. Ez bawer nakim çi kiriye, çi zane gişan binivîsîne. Nivîs 25 rûpel e.
Piştî kongreê ez, Elî Çiftçî, Ahmed Qeremus, Batal û Heqî Xoce çûn mala Henefî Celeplî. Hatina Heqî ne bi dilê min bû. Kêfa min jê ra, ji sohbeta wî ra nayê.
1986-01-05
Do kongreya Komela Belediya Stockholmê çê bû. Kongrê ewê saet di 13a da dest pê bikira, lê saetekê derng dest pê kir.
Ez bûm serokê dîwanê. Ahmed Karamûs û Nûredîn Sarac bûn katibên dîwanê.
62 kes di kongreyê da hazr bûn. Wexta me hetanî saet 18.00a bû, lê kongra me saet di 18.00a da neqediye. Jimartina rayan nîvçe ma.
Li ser mada pêşniyar û daxwazan jî jixwe qet nehat peyivîn. Em çûn qahweyekê, me ray li wir jimartin. Lê jimara herdu kesên ray dijmartin hevdu negirtin. Em westiyan. Ji mecbûrî me jimartin hîşt sibe.
Dûra ez, Mahmûd Kîper, Batal, Husên, Dogan(Alî Kemal), Henefî Celepli em bi hev ra çûn mala me, me şîv li ba xwar.
XXX
1988-01-05
Saet di 11a da çûm nexweşxaneya Sabatbergê ser tuxtorê çava. Di 28ê mehê da ewê çavê min emelîyat bikin. Serê min pir diêşe. Tuxtor got ji ber ku çavê te hinekî şaş e, lema dibe sebebê serêşa te. Qet neket serê min lê got sebeb ev e. Min got belkî mîgren e, gotin na.
XXX
1996-01.05
Ev demeke min li ser tarîxa kurdan sê kitêb xwendin. Bîranînên Refîq Hilmî, lêkolîna Rohat Alakom a li ser General Şerîf Paşa û Rojaneyên Celadet Alî Bedirxan(1922-1925) a Malmîsanij.
Lêkolîna Rohat Alakom a li ser Şerîf Paşa min îro qedand.
Bîranînên Refîq Hilmî li ser tevgera Şêx Mahmûd, min tercuma wê ya tirkî berê xwendibû,
nuha ez kurdiya wê him dixwînim, him jî ji Elîşêr(Zîya Avcî)ra rast dikim.
Mustafa Kemal wek tirkekî kanîbûye kurdan bixapîne, lê wan fêm nekirine bi hevalbendiya tirkan û Mustefa Kemal ew gorra xwe bi destê xwe dikolin.
Şêx Mahmûd jî ev hostatî nîşan nedaye, ev kemîn nedîtiye.
Lê ya xerab wer xuya ye me ji vê dîroka xwe ya trajîk hîn jî tu ders û tecrûbe negirtiye.
Çimkî îro jî em dîsa nikanin wê jîrîtiya siyasî nîşan bidin, hev û du îqna bikin, yekîtiya xwe ava bikin.
Ji dêlî ku siyasetmedar û rêberên me li hev bikin, bi hev ra siyaseteke mişterek bimeşînin, dikevin gewrîya hev û malikê li hev û li gelê xwe dişewitînin.
Welhasil, siyaset jî dawiya dawî sineteke, kesên ji heq vî sinetî dernekevin, ne hoste bin nikanin tu carî bi ser kevin.
Çimkî xuliqandin mahsûla zanînê ye. Kesên nezan kanin tiştan xera bikin, lê tu carî nikanin bixuliqînin. Û ji xwe wa ye pirêza me li ortê ye.
1996-01.05
Stockholm
Telewîzyona MEDê îşev hevpyvîneke bi Evdila Ocalan ra weşand. Min di dawiya programê da saetekê lê temaşe kir.
Rojnamevanê tirk ew wek telebeyekî sinifa 1ê dabû ber xwe û pirs jê dikir.
Mêrik digot, eşkere bibêje ez naxawazim Tirkiyê perçe bikim!
Wî jî digot, hezar carî ez dibêjim na !
Mêrik digot dudu, bibêje ez xîçekî Tirkiyê naxwazim!
Wî jî digot, hezar carî ez dibêjim na.
Welhasil mêrik çend pirsên wiha pê da dubarekirin û dûra jî got:
-Wê gavê tu çi dixwazî ?
Qey pirseke wiha nedipa, şaş ma, devê wî li ber hev ket, min bi xwe fêm nekir çi dibêje.
Heyf, tevgereke hewqasî mezin û serokekî wiha...
1997-01-05
Çend defterên notên salên borî min dereng dîtin. Ji sala 1986a dest pê dike. 1986, 1987, 19888, 1989.
Ezê wan jî hêdî hêdî li tiştên min nivîsîne zêde bikim.
Min bi xwe tu kêf ji vê şevê negirt. Hin hesên kêfa min ji wan ra nedihat ki wir bûn. Lê hevalan mal wer li hev par kiribûn.
1997-01-05
Min got meselê hewqasvî nêzîk nebîne.
Ji min ra got ji kovara AVAŞÎN ra binivîse. Min got wek prensîb ez ne li dij im, heger nivîseke min hebe ez bidim we. Bes ez nikanim sozekê ji bo wexteke muayen bidim. Lê hûn kanin her nivîsa in biweşînin.
Tiştê min jê fêm kir, hinekî li dijî Mîrhem Yîgît û Yaşar Kaya ye.
2002-01-05
Elî (Elî Bûrun), birayê delal, gelek spas ji bo nameya te. Tu li halê min dipirsî? Heyran ez çi bibêjim? Hema halê min halê helawçiyan e! Serê sibê seet di şeşan da ez radibim, di heyştan da dest bi kar dikim û di hivdan(17.00)da jî diqedînim.
Heta digihêm mal seet dibe şeşê êvarê. Yanî rojê donzde seetên min ji bo nanzikê derbas dibin. De îcar piştî wê ezê bikanibim çi xweliyê li serê we kim û çi karî bikim?
A EWRÛPA min û jiyana min ev !
Bira, li Stockholmê tiştekî ku ez ji te ra binivîm bi rastî jî tuneye. Jixwe nuha tim 10-12 derece di bin sifrê da sar e û teqrîben nêzî mîtroyekê berf li erdê ye. Loma jî kes kesî nabîne.
Helbet meriv dikane ji xebata li welêt gelek gazinan bike. Lê bi baweriya min herçiqas hin gelş û hin kêmasî hebin jî dîsa baş e, şikir ku ev xebat û ev hêz heye û li ber xwe dide.
Bifikire ku li hundur jî rewş wek ya derve, yanî wek ya me ba? A esas wê demê feleket bû. Ya rast kesên li welêt xurt in û xebatê dikin li derva jî dîsa ew xurt in û ew xebatê dikin. Tu hêz û xebateke din tuneye.
Bi baweriya min em mecbûr in ku siyasetê bi van îmkan û kadirên heyî bikin. Û fêr bibin ku bi van îmkanan xurt û mezin bibin.
Dibê em ne bêhêvî bin. Kurdê di demeke nêz da bi ser kevin. Çwa ku çare li mirinê nabe, bawer bike ku çareyê li têkçûna siyaseta Tirkan ya înkar û nîjadperest jî nabe. Ew çi bikin jî Kurdê ji vêindestiyê xelas bibin. Eev roj nêzîk e, ne dûr e.
Silav
Zinarê Xamo
2008-01-05
Ji bo vê xebata hêja ez we pîroz dikim!
We tiştekî pir baş û pir hêja kiriye ku we malpera xwe tenê bi kurdî çêkiriye.
Ez hêvî dikim ku ev gava we ji bo kesên ku malperên bajarên xwe bi tirkî çê
dikin bibe nimûneyeke fikirandin û teşwîqkirinê.
Demeke dûr û dirêj li Kurdistana Bakur kurdan serîhildana li
hember dewleta Tirk ji bîr kiribûn. Lê bi serêhildana kurdan ya dawî, kurd dîsa
fêrî serîhildan û şerê çekdarî bûn. Ez hîvî dikim ku bi gav û xebatên wek yên
we kurd fêrî axaftin û bikaranîna zimanê xwe jî bibin.
Kurd bibînin ku bi zimanê wan jî tê nivîsîn, berhem tên meydanê û ew bi tu hawî
ji tirkî jî ne kêmitir in.
Hûn dizanin her tişt berê ji sifirê dest pê dike û dûre mezin dibe, fire dibe û
piştî demekê jî êdî dibe tore, urf û edet û tardîsyonên bi kok.
Ev yek ji bo kurdî jî wiha ye. Divê meriv israr bike û tu carî tawîzê nede.
Axaftina tirkî wek ziman di meju, dil û şexsiyeta merivê kurd
da birînek pir kûr vekiriye, ew bêşexsiyet kiriye. Kesên ku vê wahşet û
hovîtiya li dijî mirovatiyê dibînin divê hin gavan bavêjin û hin tiştan bikin,
yanî bi israr bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin û binivîsînin.
Hemû xebatên xwe, li ser çi û di çi warî da dibe bira bibe gişî bi Kurdî bikin.
Di destpêkê da belkî hinekî zahmet be, lê dûra meriv dikeve ser û fêr dibe.Mesela
nuha hema hema min nivîsandina tirkî ji bîr kiriye.
Heta yekcaranan gava ez mecbûr dibim(heta ku ez mecbûr nebim ez bi tirkî ne
dinivîsînim û ne jî dipeyivim)ku bi yekî tirk ra bi tirkî bipeyivim ez dibînim
ku zimanê min li hev digobile û ez nikanim rehet bipeyivim.
Çimkî ev bîst sal in ku min dev ji tirkî berda ye, tenê bi kurdî dipeyim û
dinivîsim. Tirkî tenê di arşîva hişê min da heye, yekcarnan dema lazim be ez lê
dinîrim û dema karê min pê diqede dîsa datînim dewsa wî ya berê.
Yanî êdî ew ji bo min wek ferhengeke tirkî ye, ne kêm û ne jî zêde...
Dîsa ji we ra serkeftinê dixwazim û bi hêviya ku kurd êdî ji
koka xwe û ji zimanê fedî nekin û zincîra koletiya zimanê tirkî ji hustiyê xwe
derxin.
Kurdên bîrewer, xwedî şexsîyet û bi şerf divê vê zincîra
zengarî bişkînin!
Zinarê Xamo
Not: min ev nivîs ji kê ra şandiye ne diyar e, min navê
malpera min jê ra şandiye nenivîsîye.
XXX
2009-01-03
Merheba Rojîn xanim!
Ji roja vebûna TRT Şeş-ê û virda ye ez li programên te temaşe dikim. Him di
programa vekirnê da û him jî di programa bi Latîf Epozdemîr ra tu gelkî
serkeftî bû. Ez te pîroz dikim. Bi baweriay min kurdan mafekî pir biçûk lê
dîrokî bidest xistine û divê qîmeta vê îmkanê bizanibin. Kesên êrîşî te û vê
kanalê dikin şaş dikin. Ez hêvî dikim ku kurd riya îqnakirina wan jî bibînin.
Min îro du e-mail ji TRT -ê ra şandin û edresa te ji wan xwest lê bersîva min
nedan. Axir min ev edresa te îşev ji hevalekî girt.
Ez dixwazim kitêbeke(Antolojiya Çîrokên Zarokan) xwe ji te û ji beşê kurdî
ra bişînim. Heger tu edresa xwe û TRT Şeş-ê ji min ra bişînî ez gelkî kêfxweş
bibim.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2009-01-05
Ji Latîf Epozdemir ra
Merheba birayê ezîz!
Min li programa te û Rojînê temaşe kir. Min xwest bi vê minasebetê him silavekê
bidim te û him jî te pîroz bikim. Programeke serkeftî bû û te tiştên pir baş
gotin. Kurdiya te jî gelkî xweş e. Heger ji min bihata minê tirkî li te qedexe
bikira ji bo ku te tenê bi kurdî binivîsîye. Hewcedariya kurdan bi wê
kurdiya te ya şîrîn heye, ne tirkî.
Tenê di mesela romana kurdî ya pêşî da û di mesela Bîra Qederê û Siya Evînê da
tevlihevî çêbû. Wek tu jî dizanî Şivanê Kurd berî Jana gel e. Helbet tu jî van
tiştan dizanî lê yekcarnan meriv li bin guhê hev dixe.
Dibe ku te nebihîstibe,kitêbeke min ya xemîşokên zarokan(çîrokên zarokan) Antolojiya
Çîrokên Zarokan derketiye. Li vir weşanxaneya APEC-ê derxistiye, ez bawer
dikim li wir tuneye. Heger tu edresa xwe ji min ra bişînî ez dixwazim yekê ji
te ra bişînim. Ev yek.
Ya din ez dixwazim yekê bişînim ji TRT Şeşê ra jî lê ne E-mailan wan li min
heye û ne jî edresa wan. Heger di vî warî da jî tu ji min ra bibî alîkar ezê
sipasdarê te bim.
Programên TRT Şeş-ê ne xerab in. Di warê zimên û naveroka programan da divê
meriv ji wan ra bibe alîkar û çewtiyên wan rast bike.
Blogek min heye, heta nuha min çend nivîs li ser weşana TRT-ê nivîsîne. Ez
lînka xwe ji te ra dişînim. Dema wexta te çêbû tu dikanî lê binêrî.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2011-01-02
Ji Dîwanxaneyê ra
Gelî hevalan, dîtina we li ser vê rexneya min ç iye ?
Çewtiyek, gava ji alî gelek kesan ve were dubarekirin, piştî demekê dikeve
dewsa rastiyê û ji bal her kesî va weke rastî tê qebûl kirin.
Bi çend zimanên ez dizanim kes nabêje ”sersala we pîroz be, yeni yilbaşiniz kutlu
olsun.”
Çimkî tiştê tê pîrozkirin ne “serê salê” ye, sala nû ye.
Loma jî meriv dibêje:
-Sala we ya nû pîroz be!
Lê di fazebookê da piraniya kurdan guh nadin çi pîroz dikin, loma jî dibêjin:
"Sersala we pîroz be!" Yanî, “Yilbaşiniz kutlu olsun!”
Normal kurd kurdî bikar naynin, lê dema bikar tînin jî çewt bikar tînin,
ji dêlî ku "sala nû" pîroz bikin, "sersalê, serê salê"
pîroz dikin...
Yanî herewere hevokeke em wê jî şaş bikar tînin...
Zinarê Xamo Min negotiye "serê salê, sersal"
tuneye, helbet sersal heye û meriv dikane pîroz bike.
Lê hûn jî dizanin ku mesajên di facebokê da hatine belavkirin ne bi qesta
pîrozkirina ”sersalê” ne, piraniyeke mezin qala sala nû dikin û sala nuh pîroz
dikin.
Bala xwe bidinê piraniya mesajên facebookê do û îro hatine nivîsîn, lê hemû jî
"sersalê" pîroz dikin.
Bi kurdî meriv dikane ”sersalê” tenê û bi hev ra jî bibêje. Meriv dikane
bibêje:
-Ez sersal û sala we ya nû pîroz dikim...
Ez bawer dikim swêdî jî wiha dibêjin.
Bi qasî ku ez dizanim kurdên soran jî nabêjin ”sersala we pîroz be!”, dibêjin:
-Sali niwê pîroz bit, salî nwê li gel pîroz bit…
Numûneyên te dane ez jî dizanim, min negotiye ew nimûne tunene. Lê tikiliyan
wan nimûneyan bi minaqeşeya me tuneye...
Lê bi dîtina min mijareke hêjayî minaqeşeyê ye, dibê meriv li klasîkên kurdî
binêre, gelo di wan da çawa derbas dibe?
Dibê kesên civaknas û zimanzan jî li ser vê meselê rawestin.
Axir ev mesele hinekî tevlihev e, dibê were zelal kirin...
Li gel silavên biratiyê
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar