05 januari 2022

Li ser minaqaşeyên Şivan Perwer û êzdiyan

Şivan Perwer dîsa bi uslûb û zimanekî gelkî ne xweş êrîşî kurdên êzdî kiriye. Dîsa wek hamî hama, xwediyê aqil û fahma aqil daye êzdiyan, şîret li wan û li şêxên wan kiriye.

Min li vîdeoyeke Şivan Perwer temaşe kir. Tiştê ji êzdiyan ra, ji rexnegirên xwe ra dibêje bi uslûbeke gelkî ne xweş û qebe dibêje. Bi uslûbeke sakîn, bi zimanekî maqûl bigota însan ewê hewqasî aciz nebûna.

Şivan Perwer xwe pir biaqil, zane, alim û mezin, êzdiyan jî korfahm, nezan û cahil dibîne. Tim wiha dike, peyva rast û bi heq jî bi uslûbeke ne xweş, qebe dibêje.

Şivan Perwer nikane bi xwe, tim xwe tevî tiştê baş nizane, tiştê ne karê wî ye dike. Bi çavê fîlozofekî pir mezin li xwe dinêre.

Xwezî xwe wiha nekira, xwezî bi karê xwe, bi hunera xwe mijûl ba.

Lê rehet nasekine, nikane bi devê xwe û tiştê dibêje jî bi retorîkeke pir ne xweş dibêje, însanan diêşîne. Ev yek berî her kesî jî zirarê dide wî.

Şivan Perwer dibêje hin êzdî jê ra gotinên pir giran dibêjin, xeberên pîs didin.
Helbet xeber, heqaret ne rast e, dibê meriv ji hev ra xebera nede, heqaretê li hev neke, namûsa hev rencîde neke. Kesê xwe zanibe tiştê wiha nake.

Heger hin cahilên êzdî tiştê wiha kiribin jî dibê Şivan Perwer wek hunermendekî rîsipî xwe bi ber bayê wan nexe, bersîvê nede bêedebiyên cahilan û nebe sebebê minaqaeşeyên bi zirar.

Êzdî birîndar in, birîna wan giran e, dibê meriv viya fêm bike û xwe têxe dewsa wan.
Bi baweriya min êzdî ji kurdan ra, ji ereban ra, ji tirkan ra, ji misilmanan ra çi bibêjin, çi rexneyê li wan bigrin heqê wan heye.

Carnan hin cahil bêedebiyê bikin jî tişt nabe, dinya xera nabe, dibê meriv tavilê ranepelike ruyên wan û êşa dilê wan tevranede.

Çimkî kurdan, tirkan, ereban û misilmanan êzdî pir êşandine, zulmeke mezin li wan kirine, ji ber baweriya wan ew qetil kirine, jinên wan ji xwe ra kirine kole, xwestine koka wan biqelînin.

Hewqas zulm, hewqas neheqî lê kîjan miletî bibe, kîjan milet hewqas sal û zeman were qetilkirin, bi hezaran jinên kîjan miletî êsîr bigrin, bikin kole, ew milet ewê bike qêrîn û hawar û ji êrîşkar û zulimkarên xwe nefret bike, bixwaze heyfa xwe bigre.

Yek bavê meriv, birayê meriv, lawê meriv bikuje meriv bi dû heyfê dikve. Yek keça meriv, xweha meriv, pîreka meriv birevîne, meriv efû nake, dixwaze heyfê jê bigre.

Tiştê hatiye serê êzdiyan bihata serê kevir û kuçikan, kevir û kuçik ewê jî biheliyana. Gerek meriv vê êşa dilê êzdiyan bibîne, his bike û empatiyê nîşan bide.

 

4 kommentarer:

  1. Mamoste ma tiştên Dewletên dagirkeran anî serê Ermenî û Êzidiyan qey Kurd berpirsiyarê wan qetlîama ne.Lazime em bivî awayî bi çavên dagirkeran nêzîkî van bûyeran nebin.Civaka Kurdên Êzdî jî li Ermenistanê bi devê dewleta Ermenistanê dibên em ne Kurdin û nizam çi lê em zanin ev mesele jî karê dagirkerên Ermenî ne.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Min negotiye kurd berpirsiyarên zulm û qetlîamên tirkan e. Min gotiye kurdan, ereban, tirkan û misilmanan zulm li êzdiyan kirine.Lema jî heqê wan heye kurdan, tirkan, ereban û misilmanan rexne bikin. Ev nayê wê maneyê kurd hemû sûcdar in. Bi hezaran kurdên êzdî, êrmenî parastine jî hene.
      Cahilekî êzdî tiştekî nelirê bibêje jî dibê meriv mezin neke, bînfire hereket bike.

      Radera
    2. Rêzdar Zinar
      gelo şivan perwer raterast çi got ?
      be min çima nebihîst ?
      gelo mejîreqiya Êzdiyan çima çareser nabe ?

      be ez çima nerihet nînim ?
      wî qala seyîdan jî kir ez jî ji binemala Şêx Obeydulla Geylanî me . be ez çima nerihet nabim ?
      wî basa mela û axayan kir rasterat amaje bi bab û kalikê me kir .

      Hindekî mejîyên xwe nermb bikin . Bizanin ka wî camêrî çi got . Gelo li gor hişê te , ew parçeparçe û çînçîn kirina civata Êzidiyan ku Mîr bi mîran re PÎR bi pîran re bizewicin li gor têgiha îro dirust e yan na ?

      Û pirsa din

      Gelo 75 ferman li ser we rabûn
      te qet fikir kiriye ku 75 fermanan hûn organíze nekirin sûca sereke hûn in ?

      însan bi carekî du caran 3 caran 4 caran 10 caran dibe carekî xwe organîze bike .
      be çima 74 ferman ? ji kerema xwe bê bêrêzî bersiva min bidin .

      Radera
    3. Min di nivîsa xwe da gotiye derdê êzdîyan besî wan e, bela xwe ji êzdîyan vekin. Ez viya dîsa dibêjim.
      Şivan cahilekî xwe pir zane û mezin dibîne, lema diwêre bi wê uslûba ne xweş bela xwe di êzdiyan bide.
      Here li vîdeoyên wî temaşe bike.

      Radera

PARVE BIKE