05 januari 2022

Dibê em nehêlin ew nav li wê parqê bibe !

Tirkiyê biryar daye li Diyarbekrê parqeke bi navê serokê MHPê Develet Bahçelî çêke. Dest bi haziriyê kirine, îsal ewê biqede.

Tu têkliya Devlet Bahçelî bi Diyarbekrê ra tune ye, armanc rencîdekirina kurda ye

Ev, ne li gelê Diyarbekrê tenê, li tevahiya miletê kurd heqareteke mezin e, pîskirin û rencîdekirina kurda ye.

Dibê ji nuha da partî, komele, sendîka û dezgehên siwîl hemû bi hev ra li dijî vê provakasyonê rabin, miheqeq protesto bikin. Dibê ev proje were sekinandin, dibê em nehêlin ew nav li wê parqê bibe !

XXX
Dilê min dibije çivîkan. Bi azadî ji ser darekê difirin ser dareke din. Ji welatekî koçî welatekî din dikin. Azad in, tu kes, tu dar, tu hêlîn, tu sînor, nikane wan rawestîne, rê li ber firîna wan bigire. Ev war nebû warekî din, ev welat nebû welatekî din.

Xwezî meriv jî wek çivîkan azad bûya, kanîbûya wek wan koç bikira, ji welatekî bifiriya welatekî din.

Dilê min dibije masîyan. Ne mecbûr in li derekê bimînin, dilê wan kîjan avê, kîjan çemî, kîjan golê bixwaze koçî wir dikin. Wek însên bi heft werîsan ne girêdayî ne, her çem, her gol, her derya mala wan e.

 XXX

Nanê Îsa dixwe, silawatê li Mûsa tîne.

Bi milyonan misilman nanê ewrûpiyan dixun, di ber sîya ewrûpiyan da disitirin lê dîsa jî neyartiya Îsa û îsewîyan dikin. Nankorî ne xisletekî baş e. Nanê mêra li ser mêra deyn e. Dibê meriv çêyîya xelkê înkar neke, bişêkirîne.

XXX
Gotineke heye, dibêje nikane bi kerê dibeze kurtên. Hin kurdên me ji xwediyê malê, ji Xwediyê Rûdawê ra tiştekî bibêjin, karkir û feqîrên bindedest rexne dikin- Efendim Rûdawê çima merasima bîranîna Qasim Sulêmanî weşandiye?

Ji karkirên Rûdawê wer hatiye xwestin, wan jî wer kirine. Dev ji karkiran berdin, heger hûn mêr in yên emir dane rexne bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE