06 januari 2022

Dê û bavên hêja, di dibistanan da ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin !

Dê û bavên hêja, zimanê me ketiye ber sikratê, li ber çavê me hêdî hêdî dimre. Zarokên bi kurdî zanin, bi kurdî mezin dibin sal bi sal kêm dibin.

Dema zimanek ji nivşekî dewrî nifşekî nebe ew ziman mahkûmî birinê ye. Zimanê me ketiye vê rewşê, ji ber ku zarok pê mezin nabin, kesên bi kurdî dipeyivin her ku diçe kêm dibin,  kurdî hêdî hêdî dimre.

Li hemberî vê rewş hin tiştên em bikin hene, dibê em bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin û di dibistanan da jî dersa kurdî hilbijêrin.

Ji bo ku zimanê me nemire zarokên xwe bişînin dersa kurdî, dersa bijarte.
Partiyên kurdî dibê giş ji endam û dilxwazên xwe bixwazin ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin.

Xwendekarên dibistana navîn yên sinifa 5-6-7-8a hetanî 21ê vê mehê kanin di dersa bijarte da zimanê kurdî hilbijêrin.

Xemsariyê nekin, paşguh nekin, dersa kurdî ji zarokên xwe ra hilbijêrin. Dibê partî vê daxwazê ji endamên xwe bikin.

Ev yek him wezîfe û wacibekî dê û bavîtitê ye, him jî berpirsiyariyeka me ya welatparêziyê ye. Dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin, fêrî zarokên xwe bikin.

Erê çend saetên dersa bijarte ne çare ye, talûkeya li pêş zimanê me ji ortê ranake, lê ji tunebûnê çêtir e. Fêdenegirtina ji vê îmkanê xerabtir e, li zirara me ye.

Bi dersa bijarte zarokên me elîfba kurdî û çend peyvan jî fêr bibin baş e, li kara me ye. Dersa kurdî hilbijêrin, zarokên xwe ji kurdî mahrûm nehêlin.
Partiyên me dibê li vê meselê xwedî derkevin, vê înkanê ji dest nedin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE