06 januari 2022

Derdê şaşiyên rastnivîsê nayê kişandin !

Derdê şaşnivîsînê nayê kişandin. Ez çiqas bi dîqet dinivîsim jî pere nake, piştî nivîsê belav dikim nuh şaşî ban dikin, xwe li ber çavên min beloq dibin.
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî dema dinivîsim ez qarixî me, piştî belavkirinê ronî dikeve çavên min.
Xwezî bi kurdî jî di Wordê û di kompîterê da programeke rastkirinê hebûya, dema meriv şaş nivîsî, bigota RAWESTE, te şaş nivîsîye !
Bi swêdî heye, dema meriv şaş dinivîse, peyva şaş sor dibe, meriv pê dihese şaş e, rast dike.
Gelî zane, pispor û gurên Wordê û kompîtorê, de va ye min got, hema ji bo min be jî çareyekê ji vê gelşa şaşnivîsînê ra bibînin. Ji min aqil û gotin, ji we jî kar û kirin.
De fermo, meydan ya we ye...
Ji min ra pazbendek û kespikek lazim e ! Berbejn û hemalî jî dibe.

XXX 1986-01-06
Ez çûm komelê. Min nivîsa Bakî Karer a li ser PKKê û veqetandina xwe belav kiriye da Osman Aytar.
Min ji nivîsên kitêba Kerîm Husamî hinek bi xwe ra anîn malê ji bo ku kumikên wan çêkim. Textîloya me ne bi elîfbeya kurmancî ye, em ji herfên ”ê, î, û” ra kumikan bi dest çêdikin. Ev karekî pir zahmet e, dibê kumik biçûk, rast û ne xwaro maro bin. Ez bi qelemeke serê wê pir zirav kumikan çê dikim. Di Armancê da em eynî tiştî dikin.
Bi şev Mahmûd Kîper telefonî min kir, got Seîd Aydogmuş nivîsek din nivîsîye. Di nivîsê da rexne Kîper, li min û li Necdet Gundem girtiye. Gotiye dibê em ji Yekîyiya Çep derkevin.

XXX

Ji bîranînên min

-Îro ji mal derneketim derve, li ser nivîsa(wergera)Paganînî xebitîm. Çendakî berê min ev nivîs ji swêdî wergerand kurdî. Min îro ew di datayê(kompîtorê)da nivîsî. Ezê bidim Nûdemê.

1996-01.06

Nivîs di kovara Nûdem Wergerê da derket.

Nûdem Werger. Sal 1, jimar 1.

Şahê kemanê: Nîcolo Paganîn


-Min ji Akîkoya japonî kartek girt. Sala min a nuh pîros dike. Min jî jê ra kartek şandibû.

1996-01-06

 Nivîsa min a li ser Akîko

XXX
2014-01-06

 

Sedat Eroglu îro ev meyl ji min ra şandiye.

Sedat Eroglu:

”Kekê Zinar merheba, çawayî başî?

Lêkolînek mi li ser niviskarên me heye, ev pirsêk dikim va çend sale mi hîn bi dilînî bersîva wî nedîye..

projeya li ser kar dikim, Ferhenga Nisikarên Kurdîstanê ye.. pirsgirek girîn li ber mi çê bû, gellek niskarên me hene kû bi zimanê erebî, farisî, tirkî nivisîye û bixwe kurde. gelekên wa li ser doza kurd û kurdewarîyê lêkolîn, helbest û hwd nivisandîye.. ê ka em ji van nisskarên me çawa cûda bikin.. ev pirsek herî grîng li mi çêbûye û mi hîn bersîvek bi dilrehetî nedîye

di vî lêkolînê de heta niha mi navê 4800 niviskarên me berhevkirî, (navê cenabê te jî tê de ye), lê bes derheqê jînenegarîya (bîyografîa) 1500an agahî bi dest miketî.. ê din bes navê wan û navê berhemên wa zanim.”
Di nivîsî şaşiyên îmlayê pir in, lê min rast nekir, wek xwe hîşt. Min ev bersîva jêr dayê:

Zinarê Xamo:
”Tu xebateke pir baş dikî, te pîroz dikim. Bi dîtina min dibê tu nivîskarên bi kurdî nivîsîne yê yên zimanên din nivîsî ne ji hev cuda bike. Di pêşgotinê da viya îzah bikî. Yanî kurdên bi kurdî nivîsîne û kurdê bi zimanên din nivîsîne ji hev cuda bikî.. Mesela dibê tu Yilmaz Odabaşi û Mehmet Uzun ji hev cuda bikî...

Tu ne hewceyî têkevî detayên teorîk û bibêjî ev şairê kurd e û ev ne şairê kurd e. Lê dibê tu bibêjî Odabaşî herçiqas kurd e û li ser kurdan nivîsî ye jî lê zimanê wî ne kurdî ye. Îcar kî ji xwe çawa qebûl dike bira bike.

Sedat Eroglu:
spas ji bo bersîva te..

”ji ber wê pirsgrêkê min got ne niviskarên Kurd, min nav lê da Niviskarên Kurdîstanê

ji ber kû bes êk bi kurdî nivisandî bibe, neheqîyek mezin li ê li ser kurdû kurdewarîyê de gellek keda wan heye çêbûba..

yilmaz guney, ne bes aktor e, bi sîneryoyê xwe niviskraer jî, mehmet bayrak hemû lêklînê xwe bi tirkî kirî, ahmed arîf hemû helbestê wî bi tirkî ye û hwd .. ”

Zinarê Xamo:
Ev tiştekî din e. Edebiyat tiştek e, fedekarî û dilsoziya wan tiştekî din e. Tu dikanî viya di pêşgotinê da bibêjî. Ahmet Kaya kurd e û xêra kurdan jî xwestiye, lê ne hunermendekî kurd e. Lê Şivan hunermendekî kurd e.

 

Sedat Eroglu:
gotina te ye.. spas dikim.. birastî mi barek giran girtî milê xwe, maxwedê ez karibim ji bin vî barî rabim..

 

Zinarê Xamo:
Ez bûma minê tevhev nekira, minê yên bi kurdî nivîsîne û yên bi tirkî nivîsîne ji hev cuda bikira.

Sedat Eroglu:
daxwaza min ev e kû yekem car bes êk bi kurdî nivisandîye berhevbikim. li dawîyê vek ansîklopedîyê emê çêbikin..


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE