07 januari 2022

Qanûna giraniyê

Heso ji Hemo ra qala qanûna giraniyê dikir. Bi rengekî matmayî got:

-Heger ne qanûna giraniyê be, nuha em giş wek pelên daran li hewa difiriyan, li ba dibûn.

Hemo got:

-Pir ecêb e. Baş e gelo ev qanûn kînga hat qebûlkirin?

 

Edres

Di dema Osmaniyan da alkol qedexe bû. Merivekî Siltan ji cimatê ra qala xerabiyên alkolê dikir. Alkol ji bo siheta meriv ne baş e, gelek xerabî ji jê çêdibin. Lê xortên me dîsa jî li filan derê kom dibin, vedixun û kêf dikin.

Ji nav cimatê yekî got:

-Xêra miriyên xwe wê edresê dubare bike! Min baş nebihîst.

 

Faîz

Mamostê matamatîkê ji Serdar pirsî:

-Heger tu 125 hezarî sedî şeş bi faîzê bidî, piştî şeş meha ewê çiqas pere têkeve destê te?

Serdar got:

-Mamoste, faîza ji sedî kêmî bîstî be qet nakeve serê min.

 

Bazara bi abûqat ra

Yek çû ba abûqatekî, jê ra got, ez dixwazim tu bibî abûqatê min, min di mahkimê da biparêze.

Abûqat got:

-Baş e, ezê te biparêzim. Lê heqê min(ucreta min)hinekî buha ye. Perê te yê bi qasî tu heqê wekaleta min bidî heye?

Mêrik got:

-Perê tune ye, lê belê Chevroleteka min a 76 model heye. Ezê wê bifroşim û heqê te bidim.

Abûqat got:

Pir baş e, wê demê ez parastina te digrim ser xwe. Sawcî te bi çi sûcî îtham dike?

Mêrik got:

-Sawcî min bi diziya erebeyeke Chevroleta 76 modêl îtham dike.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE