Li ser nivîsa min a "Derdê şaşiyên rastnivîsê nayê kişandin!" di twîtterê da yekî gotiye, kespik me fêm kir, ji bo tu çavînokî nebî, le pazbendê tu yê çi bikî ?
Min got, bi pazbendê ezê avzûm bibim, kes nikane min
çavînokî bike, mar jî bi min vede tişt bi min nayê.
Hinekan jî gotiye xwe neqeherîne, yên wek te pir in. Ez zanim yên wek min pir in, lê dîsa jî ez naxwazim wiha dom bike.
Digotin mele, şêx kê avzûm bike mahr jî pê vede jahrî tesîrê lê nake.
Dema ez zarok bûm diya min ji min ra pazbendek dabû çêkirin,
wer di piyê min da bû. Belkî nivişt jî hebû, lê nayê bîra min. Ya rahmetiyê
bavê min berbejneke wî hebû. Di nav qutiyeke zîvîn da bû, dikir hustuyê xwe.
Nizanim kurd hîn jî berbejn, hemalî, baznebend û nivişta çê dikin ya
na?
Berê jî min çend caran got, tembel û tiralên Bexdayê di nava
me da pir in, ew bi xwe bi kêrê tiştekî nayên, hal û karê wan çavînokiya kesên
xebatkar in.
Ez bawer dikim ji ber çavînokiya hinekên çavpîs ez carnan
şaş dinivîsim. Nezera wan li min ketiye, karê min rast naçe.
Ji min ra pazbendek û kespikek lazim e. Kî ji min ra
pazbendekê çêke û kespikekê peyda bike ezê sipasdarê wan bim. Lê wek min got,
berbejn û hemalî jî dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar