07 januari 2022

Golikek navê naxirekê xera dike

Zad(hubûbat)bêzexelî, bêxisar nabe. Tu çi bikî jî miheqeq zîwan, xurêl, xurnûg, pûş pelaş ewê di nav da hebe.

Civat jî wisa ye. Di nav her miletî da jî merivên beradayî, merivên tewş, merivên devbelaş, xwenezan, cahil, fesad, bêdeb hene. Problem yê me hinekî zêde ne, ev jî zirarê dide tevahiya milet. 
Meriv deng bike derdeke, deng neke derdekî din e. Yanî teniyeke bi don e, bi heft qalib sabûn jî meriv xwe bişo dîsa jî jê pak nabe.

Golikek navê naxirekêkê xera dike. Gollikên me pir in, medyaya sosyal jî karê wan rehet dike. Berê medyaya sosyal tunebû kesî dengê wan, zirzopiyên wan nedibihîst, lê bi xêra medyaya sosyal meyden ji wan ra fire bûye.

 XXX

 

Li Tirkiyê û li Kurdistanê di mehekê da 88 kes bi alkola sexte jahrdadayî bûne û mirine.

Tirkiye bûye wek erdekî mayinkirî, welatê sextekariyê, kalpazaniyê û çetan. Ji alkolê bigre heta bi penêr, rûn, zeytê û hingiv di her tiştî da sextekarî heye. Însan li sîstemê dinêrin.

 XXX

Seroka Komeleyên Jinan ên Tirkiyê Canan Gullu, di rojnameya Mîllîyetê da ji Çîgdem Yilmazê ra gotiye, li Tirkiyê û li Kurdistanê di salekê da 367 jin ji alî mêran ve hatin kuştin.

Felaketeke mezin e, xelk bi pêş dikeve, medenî dibe, civata tirk û kurd bi paş da çûye, bêtir wahş bûye.

Tesîra rejîma irqçî, faşîst-dîndar, fanatîk tesîr li kurdan jî kiriye, kurdan jî para xwe ji vê barbariyê girtine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE