Hinek kes sebebê bindestiya me, bêdewletbûna me ya hatanî nuha bi îslamê va, bi musilmanbûna me va girê didin. Xwedêgiravî sebebê bindestiya me, bêdewletbûna me dînê îslamê ye, misilmantiya me ye.
Bi baweriya min ev dîtin ne rast e, dînê îslamê, îdeolojiya îslamî em nexistine
vî halî.
Erê hin tesrîn îslamê yên negatîf li ser me bûne, lê belê îslamê em bindest
nekirine.
Jixwe tu dîn, tu îdeolojî ji miletan ra nabêje bindest bibînin, dewleta xwe ya netwî ava nekin. Îslamê jî ji me ra tiştekî wiha negotiye.
Problem ne dîn û îslam e, em in, dibê em sûcê xwe, kêmasiyên xwe nexin hustutê dînê îslamê.
Ereb, tirk, faris jî misilman in, çima îslamê ew wek me nekirin miletekî bindest pû bêdewlet?
Belovacî wê, bi xêra îslamê gelek miletên din jî bi xwe ve girê dan, xwe xurt kirin û hin welatên din jî dagir kirin.
Lê pêşiyên me nikanîbûne eynî tiştî bikin.
Problem ne dîn û îdeolojî ye, em in, pêşiyên me ne jîr û jêhatî bûn, bi virên tirkan xapiyan û dûra ketin bin destê wan.
Demakê ereb jî ketibûn bin destê osmanîyan. Ereb jî wek me misilman in, lê wan ”biratî” û bindestiya tirkan qebûl nekirin û bûn gelek welatên serbixwe.
Arnawid jî misilman in, lê wan wek me ”biratî” û bindestiya tirkan qebûl nekirin û di dawiyê da xwe ji bindestiya osmaniyan xelas kirin û di sala 1912a da serxwebûna xwe bi dest xistin û bûn xwedî dewleteke serbixwe.
Yanî mesele ne dîn û îslam e, em in, ji ber kêmasî û nezaniya me ye. Me nikanîbûye wek miletên din yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin.
Ruhê netewî, daxwaza yekîtiyê û avakirina dewleteke netwî li be me baş çênebûye, xurt nebûye. Yekî serî hildaye, deh li dij derketine, bûne hevalên dijmin û bi dijmin ra zora yê serî hildane birine.
Heta dawiya Şerê Cîhanê yê Yekê serokên serîhildanên kurdan hemû dîndar bûn, şêx, mele û alimên dînî bûn.
Lê li dijî osmanî û farisan serî hildan, xwestin Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî ava bikin. Hedefa Şêx Ubeydulahê Nehrî Kurdistaneke mezin û serbixwe bû.
Di tarîxa kurdan da Serîhildana Şêx Ubeydulah serîhildana herî mezin e, hedefa wê Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî bû, bi sedhezaran însanî ji bo vê armancê şer kirin.
Lê ber nezanî, tifaqa osmanî û farisan û xiyaneta hin eşîrên kurd serîhildan têk çû.
Bedirxanan, Babanan jî misilman bûn, lê xwestin Kurdistaneke serbixwe ava bikin.
Şêx Seîd, Simko, Qazî Mihemed, Şêx Mahmûdê Berzencî, Mele Mistefa Barzanî jî misilman û dîndar bûn, şêx bûn, lî dîsa jî li hemberî dagirkeran serî hildan û xwestin welatê xwe rizgar bikin.
Lê ji ber gelek sebebên der û hundur û ne wekheviya qeweta wan û ya dijmin şikestin.
Heger îslamê kurd kiribana ”kew”, heger sebebê bindestiya me îslam bûya, van şêx, mele û bawermendên dînî serî hilnedidan.
Lê qeweta wan, zanebûna wan, zîrekiya wan, yekîtiya wan têrê nekir zora dijmin bibin, lema jî giş di şer da şikestin û gelekên wan serên xwe fedayî miletê kurd kirin.
Gotina dawî, dînê îslamê ji me ra negotiye tifaqa xwe, dewleta xwe çênekin, bindest bimînin.
Ev ji me da ye, kêmasî û qusûra me ye, dibê em vê kêmasiyê, vê qusûrê teşhîs bikin û ji ortê rakin; kesên jîr, zana bikin rêber û serokên xwe, nedin dû nezan û berjewemdîperestan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar