XXX
1986-01-07
Ez û zarok em çûn mala Aslan Kaya. Aslan bi zarokan ra mijûl bû, bi wan ra
lîst. Kêfa wî pir ji zarokan rat ê, zrok jî jê hez dikin. Şekirê wî tim heye,
zarokan tu carî bêşîranî nahêle.
Ew bi zarokan ra mijûl bû, min jî kumikên kitêba Kerîm Husamî çêkir.
Aslan ji min ra got, Mehmet Aslandag, birayê Seydo Aslandag û Zekiyê şufêrê
nexweşxanê di qezayekê da mirine. Mihemed hîn xort bû, belkî 3-4 salan ji min
mestir bû, ez pir li ber ketim. Mihemed merivekî hêja bû.
Zekî, merivekî zarşîrîn, henekçî û kêfçî bû, ji vexwarinê, ji berdûşiyê hez dikir. Miheheq serxweş bûye dema qeza kiriye.
Ez çûm kar, min ji şefa xwe ra got ev roja min a dawî ye, ezê sibe neyêm kar. Ezê herim qursekê, belkî karekî baştir bibînim.
Min çû deynê telefona Mûrad Ciwan da, telefona wî da girêdan.
Ji ber ku heqê telefonê di wextê da neda bû telefona wî birrî bûn. Serokê me nikane heqê telefona xwe bide, em bi perê endametiyê, bi alîkariya hevalan xebata siyasî dikin, partiyê îdare dikin. Dengê defê ji dûr va xweş tê...
XXX
1996-01-08
26 sal berê îro min di deftera xwe da wiha nivîsîye:
*Min îro ji Kemal(Wehbî Aydin)karteka sala nû girt. Dibêje
carê zarokan bigre û were vir, Parîsê.
Ê bela sebeb negotine ”yê zane zane, yê nizane baqê nîska ne.”
Lê ku hal ev hal be, we rxuya ye emê wek mirîşka qurpketî nikanibin ji vî welatê ”rezîl” derkevin.
*Mîtterand jî îro mir. Barê Tirkiyê hinekî din jî sivik bû. Û me jî di rojeka xwe ya herî teng da dostekî xwe yê baş wenda kir.Ma ji xwe heta nuha kînga me qezenc kiriye ?
NOT: Hin notên min ên rojane wenda bûn, hin jî mane. Ez her roj bala xwe didimê. Ne her roj, lê hin rojan hinekên wan ezê biweşînim. Hinek nuha nabin, belkî wexteke din, belkî jî qet neweşînim, berî mirinê bavêjim.
XXX
Cemîl Gundogan îşev di telewîzyona MEDê da li ser partiya Şerefetîn Elçî
şiroveyeke pir xerab kir. Çavê xwe girt û devê xwe vekir, gelek tiştên ne xweş
li dû hev rêz kirin.
Di dema şerê YNKê û PDKê da jî dîsa nivîseke wiha xerab nivîsîbû. PKKê îmkan
dayê, ew jî heyfa xwe ji partiyên din digre. Fêsadiyê dike û gotinên giran ji
partiyên din ra dibêje. Tam li gorî dilê PKKê dipeyive.
Not: Min ji bîr kiriye tarîxê binivîsînim. MED TV di nabêna 1995-1999a da weşan
kir.
2001-01-08
Nacî(Kutlay) abî!
Ev nivîsa te(Kurtlerde sosyal ve yapýsal degişim) gelkî baş
bû, kêfa min jê ra hat û min çiddî dît.
Dawiya wê hinekî hatiye ecelê, te dikanîbû xweştir girê bida. Çimkî şiûrê
însanên me hewcedarî alîkariyê ye, divê meriv tiştan, bi taybetî jî tarîxa wan
baş têxe serê wan.
Ez sala te ya nû ji dil û can pîroz dikim û di xebata te ya
miletperwer da ji te ra serkeftinê dixwazim.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
XXX
2002-01-08
Ji Şoreş Reşî ra
Merheba!
Birayê delal, gelek spas ji bo nameya te ya giranbiha. Min
nama te nuha xwend. Pirsa te ya li ser xemîşokên(çîrok, fabil) zarokan ezê
bikêfxweşî bersîva wê bidim. Lê ne nuha. Heger tu çend rojan xwe li min ragirî
ewê baş be. Ezê hewil bidim di dawiya vê heftê da binivîsim. Na ku tu dixwazî
di vî warî da bi min ra hevpeyvînekê bikî ew jî dibe. Tu çawa dixwazî em wer
bikin. Ez li bende bersîva te me.
Nêta we ya derxistina kovarekê jî pir baş e. Tiştê ji destê
min bê ezê bikim. Dema we derxist topkirina tiştan hêsantir dibe. Li vir hin
kesên ruhayî hene, meriv dikane bi wan ra jî têkiliyê deyne. Ya din meriv
dikane ji Ruhayê jî bi hin kesan ra hevpeyvînê bike; ji wan ra pirsan bişîne û
nivîsan bixwaze.
Çîroka xwe jî bişîne, ezê bi kêfxweşî lê binêrim.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Stockholm
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar