09 december 2021

Hevza xwe ji bêedeban bikin !

Gava dil reş be, bêterbiye be ji zimên jahr û zuqûm dibare. Merivê bêedeb gotina xwe nizane, pir rehet bêexlaqiyê, zirzopiyê dike.

Meriv ne rimildar e di exlaqê însên derxe. Kî bi edeb e, kî bêedeb e di minaqaşeyê da diyar dibe.

Meriv bi bêedeban ra nekeve minaqeşê baştir e.

Pir normal e meriv di hin waran da wek hev nefikire û fikrê xwe bibêje, hevûdu rexne bike.
Lê edebeke minaqaşê heye, dibê meriv heqaretê, buhtanan li hev neke, çamûrê navêje ji hev da. 

Mixabin kesên bêedeb û devpîs pir in, pir rehet gotinên giran ji meriv ra dibêjin. 

Meriv çiqasî kanibe hevza xwe ji kesên cahil, bêedeb bike baş e. Minaqaşeya bi bêedeban ra ra ne rast e, meriv bêhuzûr dike.

XXX

Me digot belkî em ji Vîrusa Koronayê xelas bûne, lê wer xuya dike ne wisa ye, ewê hîn pir bikşîne.

Hîn me bêxwediya Koronayê nexistiye gorrê, Omîkrona ji Berazîlyayê lê zêde bû.

Berpirsiyarên swîdî îşev gotin gelek qedexeyên berê sibe dîsa dest pê dikin.

Ne mecbûrî be dibê însan neçin kar, li mal bixebitin. Perwerdeya bi dîstans ewê dîsa dest pê bike, di rêwîtiyê da dibê her kes berdevkê bi kar bîne. Li kêlek hev rûnene û gelek xedexeyên din.

Yanî dawiya koronayan nayê...

XXX

Go xelkê talanê me bir, me gotegotê tu havil nekir. Farisan, ereban, tirkan li talanê me xistine, welatê me stendine, her roj me dikujin, pê li serê me dikin, me mecbûrî koçberiyê dikin, em tenê dikin leqleq.
Di medyaya sosyal mijarên em li ser dipeyivin, minaqaşe dikin ji şerê li hemberî dijmin zêdetir, dijminatiyên me xwe bi xwe ye, em wer qala xerabî û nerindiyên hev dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE