08 december 2021

Erdogan careke din Yekîtiya Ewrûpayê bêminet kir

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo biryara Yekîtiya Ewrûpa ya di heqê Osman Kavala û Selahettîn Demirtaş da Yekîtiya Ewrûpayê bêminet kiriye, gotiye em biryarên we nas nakin, çi ji destê we texîr nekin Hûn bêminet !

Gotinên Erdogan:

”Em biryarên Yekîtiya Ewrûpayên yên di heqê Kaval, Demirtaş, di heqê viya û wiya da girtine nas nakin. Hedîse hewqasî basît e. Em tune ferz dikin. Li ba me, di nezera me da ev bêhukim in. Min çend caran ev diyar kir. Dixwaze bira bigirin, dixwaze bira negirin. Em biryarên Yekîtiya Ewrûpayê di ser biryarên mahkimeyên xwe ra nagirin. Em biryarên Yekîtiya Ewrûpayê nas nakin.  Çi zanin bira wiya bikin.”

Xêvo, Mahkima Mafê Mirovan ya Ewrûpayê û Yekîtiya Ewrûpayê ji hev nagerîne.
Mahkima Mafê Mirovan ya Ewrûpayê xwestiye Kavala û Demirtaş werin berdan, ne Yekîtiya Ewrûpayê.
Yanî tu têkliya Yekîtiya Ewrûpayê bi mesela Kavala û Demirtaş tune ye.  Lê xêvo vê ferqê nizane, êrîşî Yekîtiya Ewrûpayê kiriye
.

Lê netîce bêminetkirinek, meydanxwendinek ji viya vekirîtir nabe, mêrik eşkere gotiye tu qîmeteke biryarên Yekîtiya Ewrûpayê(Makima Mafê Mirovan a Ewrûpayê) li ba me tune ye. Em qurişkî xwe jî di biryarên Yekîtiya Ewrûpayê û yên dadgeha wê nadin.

Yekîtiya Ewrûpayê bêminet e, çi ji desta tê bira bike.

Heger piçek heysîyet bi Yekîtiya Ewrûpayê ra tiştê ji desta tê ewê bike, ewê tirrê, vê zirtê ji Erdogan ra nehêle.

Lê heger Yekîtiya Ewrûpayê piştî van gotinên Erdogan jî Tirkiyê ceza neke, wê demê her heqaret heq kiriye, Erdogan çi heqaretê lê bike jî misteheq e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE