08 december 2021

Bi van serokan em tu havilê nakin

Yên yekîtiya miletê xwe çê dikin jî însan in, serok in, yên miletê xwe bi hev dixin, perçe perçeyî dikin jî însan in, serok in.

Yên miletê xwe ji bindestiyê xelas dikin, jê ra dewletê ava dikin jî însan in, serok in, yên bindestiya miletê xwe dirêj dikin, ji şert û fersendên ji bo azadbûnê, ji bo serxwebûnê peyda bûne sûdê nagirin û dibin sebebê malwêraniya gelê xwe jî însan in, serok in.

Di tarîxa dûr û nêz da numûne pir in, hin kesan, hin serokan ji gelên xwe ra dewlet ava kirine, hinan jî bi siyasetên şaş dewletên heyî tarûmar kirine, miletên xwe perîşan kirine.

Li her çar perçên Kurdistanê jî serokên me yên xwedî hukim, xwedî hêz û qewet kurd perîşan kirine, kurd bi hev xistine, milet kirine dijminên hev û bera pêxîla hev dane.

Li Başûr û Rojava serê salan e li ser hukim in di tu warî da yekîtiya xwe çênekirine. Asasê dewletê dananîne.

Amerîka, Fransa, Almanya çi dikin jî hêzên xwe yên çekdar, îdareyên xwe, aboriya xwe, dîplomasiya, îstîxbaratên xwe nakin yek. Kurdistan li hev par kirine, her yekî ji xwe ra îdareyek biçûk avakiriye û zengîniyên Kurdistanê dixun.

Gava dijmin dibîne yekîtiya wan tuneye, parastina wan zeîf e her roj êrîşî ser wan dikin û bi dehan ewladên kurd, qehremanên vî miletî dikujin.

Sibe Amerîka alîkariya xwe ji ser wan qut bike nikanin hefteyekê jî li hemberî êrîşî dijmin li ber xwe bidin.

Lê heger artêşeke netewî çêkiribûna, di nabêna tevayiya kurdan da hevkarî û tifaqek, koordînasyonek hebûya ewê xurttir bûna, dijmin ewê nikanîbûya hewqas bi rehetî her roj êrîşî wan bikira.

Yanî sûcdar serok in, yên li ser hukim in, yên xwedî hêz, yên xwedî pêşmerge û gerîlla ne.

Sibe Amerîka, Hêzên Mitefikan ji başûr û rojavayê Kurdistanê vekşin, ereb û tirk di cî da ewê êrîşî wan bikin û desthilta heye bixînin.

Ji bo ku em vê tirajediyê nebînin dibê her kurd zextê bide ser serokên başûr û rojava û yekîtiyeke netewî ji wan bixwaze, dibê pêşmerge ne çekdarên partiyan, artêşa Kurdistanê be, îstîxbarat, aborî, pûlis, her dezgeh dibê ya Kurdistanê be, ne girêdayî şexsan û partiyan be.
Dibê tavilê ev yekîtî çê bibe, hukûmeteke serbixwe, artêşeke netewî ava bibe. Yên viya nekin sûcdar in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE