08 december 2021

Sîstema nuha

Profesorê dersa kîmyayê di dersê da li ser bidestxistina proteînan dipeyivî. Qala gelek tiştan kir, dûra got:

-Rojekê were însan ewê kanibin bi riya kîmyayê însanan jî çêkin.

Xwendekarekî got:

-Mamoste, wele ez bi xwe sîstema nuha baştir dibînim. Însan jê memnûn in.

 

Name

Tuxtor li nexweşxaneya aqil li qawîşan digeriye, bi kesên nexweş ra dipeyivî. Bala xwe dayê yek nameyekê dinivîse. Meraq kir çû balê, jê pirsî:

-Tu çi dinivîsî ?

-Nameyê dinivîsim.

-Ji kê ra ?

-Ji xwe ra.

-Baş e te çi nivîsî ye ?

-Tuxtor beg, ev çi pirs e, name hîn negihîştiye destê min, ma ezê ji ku bizanibim ?

 

Dîqet

Di dersa bîyolojîyê da xwendekarekî ji mamoste pirsî:

-Mamoste, jujî çawa bi hev şa dibin ?

Mamoste di bin çava ra lê nêrî, got:

-Pir bi dîqet, pir bi dîqet bi hev şaş dibin !

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE