Erdogan wer li ser telefonê ye, telefon ji dest nakeve, rojê telefonî serokên çend welatin dike. Tebatî nayê, wek gêrik tê da bin.
Lê bi telefonkirinê jî qîma xwe nayne, wek delalê kerê xwe wenda kiribe,
rojê baz dide welatekî. Hesabê wî ereban û afrîqiyan bixapîne.
Çû Qeterê, jê ra pere lazim e, li parsê digere. Dixwaze
bi fen û fûtan xwe xelas bike. Fen û fût karê mêrikê rût. Lê ereb jî şît in, êdî
wek berê naxapin.
Li Tirkiyê di resmîyetê da AKP li ser hukim e. Lê di
praktîkê da MHP li ser hukim e, ew Tirkiyê îdare dike.
Erê def di hustuyê Erdogan da ye, lê qolik di destê Devlet
Bahçelî da ye.
Lema jî Bahçelî eşkere çeteyên xwe dişînin ber deriyê xelkê,
gefa li xelkê dixwin. Pûlis nikanin vî hukmî bikin.
Meriv kane ji partiyekê, ji serokê wê hez neke, li dijî
siyaseta wê be, serokê rexne bike.
Lê di şerê artêşa dijmin û şervanên kurd da, di şerê Daîşê û pêşmerge da, di şerê Daîşê gerîla da kurdê bi kuştina pêşmerege û gerîla xemgîn nebe, ya jî kêfxweş bibe, ew hevalê dijmin e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar