07 december 2021

Îro roja keskesoran bû

Foro: Zinarê Xamo

Îro li Stockholmê rojeke muhteşem bû. Erd, ezman di bin tîrêjên rojê da reng rengî bûbû, dibrûsî.

Hewa di binê sifirê da 16 derece sar bû. Berfeke pir hûrik, çavê meriv nedidît dibarî.  
Peşkên berfê di binê tîrêjên rojê da wek hebên krîstalan dibrûsîn.

Berfa dibarî, berfa li erdê di bin tîrêjên rojê da şewqeke rengîn belav dikir, li ber çavê meriv dibû wek camên rengîn, wek mirwariyan şûle didan.

Foro: Zinarê Xamo

Li ezmên jî li çend ciyan keskesor çê bûbû. Ji ber ku berf dibarî, tîrêjên rojê erd û ezman rengîn kiribû, jêr jî, jor jî wek lampeyên rengîn li ber çavê meriv diçurûsîn.


Meriv dixwest raweste û ji xwe ra têr li mîhrîcana rengan temaşe bike.

Ji bo dîtina rojên wiha salê bi hezaran turîst diçin bakurê Swêd û li keskesorên çêdibin temaşe dikin.

Min û xanimê xwe baş pêça bû, xema mej i sermê tune bû, lê riya min û simêla min ji serma zemhelîlk girêdan.

Min xwest çend rismên xweş bigrim lê nedibû, gava min berê kamerayê dida rojê nedibû. Min çend caran ceriband, dawiya dawî min yek du risimên kesekesorê girtin. Zêde ne xweşik in, lê îdare ye.

XXX

Me digot belkî em ji Vîrusa Koronayê xelas bûne, lê wer xuya dike ne wisa ye, ewê hîn pir bikşîne.

Hîn me bêxwediya Koronayê nexistiye gorrê, Omîkrona ji Berazîlyayê lê zêde bû.

Berpirsiyarên swîdî îşev gotin gelek qedexeyên berê sibe dîsa dest pê dikin.

Ne mecbûrî be dibê însan neçin kar, li mal bixebitin. Perwerdeya bi dîstans ewê dîsa dest pê bike, di rêwîtiyê da dibê her kes berdevkê bi kar bîne. Li kêlek hev rûnene û gelek xedexeyên din.

Yanî dawiya koronayan nayê...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE