07 december 2021

Zimanê te nagere

Yê waiz li mizgeftê Xwedê tarîf dikir:

-Ne li erd e, ne li ezmîn e. Ne dixwe, ne vedixwe. Ne radikeve, ne şiyar dibe. Ne bavê wî heye, ne diya wî heye. Ne bavê kesî ye, ne diya kesî ye...

Ji nava cimatê yekî got:

-Xoce, wele tu dixwazî bibêjî tuneye, lê zimanê te nagere...

 

Serî

Profesorê tibê ket sinifê, silav li xwendevanan kir. Berî dest bi dersa xwe bike, got:

-Erê erê, ma do em li ku mabûn?

Xwendekarekî got:

-Tu yê îro li ser meju rawestiya.

Profesor got:

-Na, îro tiştekî din di serê min da heye, ezê li ser wê bisekinim.

 

Nizanim

Sosinê nuh dest bi dibistanê kiribû, rojên pêşî bû. Rojekê mamoste ew rakir textê û çend pirs jê kirin. Mamoste çi pirsî Sosinê got:

-Ez nizanim.

Mamoste got:

-Ma tu qet bi tiştekî nizanî ?

Sosinê got:

-Ê ji bo ku ez bi tiştekî nizanim bavê min min dişîne dibistanê.

Ecemîtî

Cerahê nuh cara pêşî bû dikira yek emelîyat bikira. Profesor li kêlekê rawestiya bû, lê dinêrî, moral didayê. Cerahê nuh pir bi heyecan bû, destê wî dilerizî. Profesor got:
-Qet metirse, tu yê bi ser kevî. Lê dîqet bike tu destê xwe yê din jî nebirî.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE