06 december 2021

Pakêta "HEBÛ TUNE BÛ" bû îro gihîşt Stocholmê !

 


Çend heb ”Hebû tune bû” îro gihîştin destê min, lê ne bi rehetî, pişt xistin ber min.

Carnan li ciyê rehetiyê ez karê dûrî aqila dikim. Îro jî min tiştekî wer kir. Min ji postexanê pakêta 10,300 xiram giran, belkî riya 2 km dûr, kir hêmêza xwe û bir malê.

Bariş Kargoyê do ji min ra mesajek şandibû, digot pakêta Weşanxana Dara ji te ra şandiye hatiye, here bigire.

Zêdeyî mehekê ye ez li bende me. Vêsê min got ezê herim berê gera xwe bikim, ji wir jî ezê herim rahîjim pakêta xwe û herim mal. Xanim îro bi min ra nehat gerrê, got karê min heye...

Yanî min got him ziyaret, him jî tîcaret, ezê herduyan bi hev ra bikim.
Îro di binê sifirê da 14 derece sar e. Lê dîsa jî teqereqa karkirên swêdî bûn xanî lê dikirin. Yanî berf be, baran be, 20 derece di binê sifirê da sar be jî li derve dixebitin.
Min meşa xwe qedand û berê xwe da ciyê pakêt hatiyê. Min digot pir pir ewê 4-5 kîlo giran be, ezê bidim destê xwe. Lema ez neçûm mal û min erebok bi xwe ra nebir.

Lê hesabê mal û çarşiyê li hev derneket. Gava mêrik pakêt anî da ber min, got:
-Ma ne giran e, tu yê kanibî viya rakî?

Çer çavê min li pakêtê ket, min fêm kir min çi bela aniye serê xwe. Min got, ”wele min texmîn nedikir ewê hewqasî giran be.”

Ji mecbûrî min rahîşt pakêtê û ji hundur derketim. Ez bawer dikim riya min li dora 1,5, 2 km heye, bi halekî xerab, hêdî hêdî min xwe gîhand mal.

Min digot Kargo ewê pakêtê bîne malê. Lê Bariş Kargoyê wek DHLê neanî malê.
Weşanxanê ji min ra got DHL zû teslîm dike, lê şandina bi DHLê pir biha ye, Bariş Kargo dereng teslîm dike, lê erzan e.

Min jî got ecela min tune ye, bi Barş Kargoyê bişîne. Xwedêgiravî erzan e, lê dîsa jî min 90 Euro heqê kargoyê da. Li gorî ji min ra hat gotin, DHL ewê sê qat bihatir bûya.

Mala Bawer ava be, camêr 17 kitêb şandine, berê jî yek şandibû, bû 18. Ezê 2 heban li ba xwe bihêlim û 16 heban jî li hevalan belav bikim.



Nivîskariya kurdî ne rehet e, meriv him dinivîse, him perê xwe dide kargoyê, him jî himaliya wê dike, piştê dixe ber xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE