05 december 2021

Me guh neda sir û sermayê

 


Sir û sermayê baş bi pêsîra Stockholmê girtiye, bernade. Berf nabare lê serma têra xwe heye.

Îro herêma me 7 derece di binê sifirê da sar bû û ba jî hebû.
Ji ber bê hewa sartir bû, çûk li hewa diqefilî. Lê min û xanimê kincên germ li xwe kir û me berê xwe da daristanê.

Em 104  deqeyan, tam 8 km meşiyan. Eybe meriv pesnê xwe bide, lê di vê sermayê da hewqas meş ne karê her kesî ye.

Ji ber ku îro yekşem bû, milet pir bû, xelkê zarokên xwe anîbûn derên kaş, xwe şûş dikirin.




Hinekan baz didan, hinekan kûçikên xwe digerandin. Kêfa kûçikan ji berfêra dihat, di nav berfê da dilîstin, wek karikan didan çindikan, bera hev didan.

 Serê girê Flotsbro tije însan bûn, her yekî bi hawakî xwe şûş dikir. Sporên pr ecêb derxistine.

Xelk kêf dikir, me tenê bîstekê lê temaşe kir û me riya xwe domand. Tiştê ji me tê meş e, wiya jî em her roj dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE