05 december 2021

Hin kes ji mirîd û şelafan hez dikin

Tu merivekî çiqasî baş, pak, dirist bî, ji gel û welatê xwe ra çiqasî karê baş bikî jî ji bo hin serok û siyasetmedaran dîsa jî têrê nake, dîsa jî tu xerab î, dîsa jî te afaroz dikin.

Çimkî tu ne mirîdê wan î, çimkî tu ji wan ra şelafiyê nakî, gav û saetê ji pesnê wan nadî.

Li ba wan şelaf, mirîd ji merivên çê, ji merivên pak baştir in, lema qedir û qîmetê didin mirîd û şelafan, lema wezîfê didin wan...

Ew dixwazin meriv bi mirîd û siya wan be, tim ji wan ra bilîrîne, tim halana di wan hilde, tim reqlama wan bike. Ji merivên wiha hez dikin, lema jî xelad dikin.

Çimkî kanin bi wan karê ne li rê, karê şaş bikin û bidin kirin.


Hin siyasetmedar bi kesên ne erbab ra, ne ehlê kar ra karên şaş dikin. Tu çiqasî jê ra dibêjî bira ev karekî şaş e, wiha meke, lê bi ya xwe dike, guh nade te, şaşiya xwe qebûl nake. Qusûr bi kurk û ebe be jî kes piyê xwe tê ra nake.

Lê dawîya karê şaş jî ne kar e, zirar e, poşmanî ye.

XXX

Kûçik heywanekî pir sadiq e, ji xwediyê xwe hez dike, gurra xwediyê xwe dike.

Însanên bûne kûçik jî pir in.

Piştî ku însan bû kûçik, xwediyê wî merivekî çiqasî bêşeref û rezîl be jî kûçik dev ji xwediyê xwe bernade.

Sebebê hin kes dev ji hevaltî û xulamtiya dijminên me bernadin ji ber qerekterê wan ê kûçiktiyê ye. Kûçik terka xwediyê xwe nake.

Kerîyê bêkûçik gur vêdikve, kurdên bêdewlet faris, ereb û tirk her roj wan dikujin.

Tu ferqa miletê bêdewlet û pezê bêkûçik tuneye.

XXX

Însan çiqasî cahil be hewqasî cesûr dibe. Berpirsiyarên tirk ji ber ku zêde cahil in pir ji xwe bawer in, xwe mezin û biaqil dibînin û dev davêjin ji her kesî da.

Çi şaşiyê, çi zirteboziyê dikin jî tim ew bi heq in. Çimkî cahil in, kêmaqil in, lema jî sebebê perîşaniya xwe nizanin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE