04 december 2021

Erdogan ji Alî Babacan ra gotiye "dera ez lê serokwezîr bim ma mimkûn e tu devê xwe vekî ?"

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya Sêrtê da serokê partiya DEVAyê Alî Babacan rexne kiriye, gotiye law Elo, ”dera ez lê bim ma tu kanî devê xwe vekî ? Tu çi pesnê xwe didî ? Te tiştek jî nekiriye, hemû talîmat min dan, min îmze kir…"

Alî Babacan di nabêna 2002-2015a da 13 salan çend wezîrîyên cihê kir, bû wezîrê karên derve, wezîrê ekonomiyê û cîgirê serokwezîr Erdogan.

Qey Alî Babacan, Erdogan rexne kiriye, lema jî Reîs pir qeheriye, îro li Sêrtê ev bersîv daye Babacan:

”Hinek tîpên dane pey CHPê hene. Li dû CHPê bûne wek tenekeyê vala. Çi dibêjin?
Efendim me filan tişt kiriye, min bîvan tişt kiriye. Ez dixwazim hûn viya baş bizanibin. Dera ez lê serokwezîr bim ma mimkûn e dengê te derkeve? Bêyî ku şerm bike dibêje min viya kir, min wiya kir.
Yaho te çi kir? Serokwezîr ez im, ez îmze dikim. Min viya kir, min wiya kir. Însan şerm dike, şerm! Lê bi van ra ne ar û namûs, ne jî irz û heya heye.”

Wê demê civîn mivînên hukûmetê giş vir in, ciyê Erdogan lê be tu wezîr newêre devê xwe veke. Mêrik înkar nake, viya bi xwe dibêje. Yanî wezîr hemû qûqla ne, kes newêre li ba Erdogan dengê xwe bike...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE