04 december 2021

Bi aqilê sivik barê giran ranabe

Tirk merivên pir ecêb in. Tu carî nikanin bêyî dijmin bijîn, miheqeq hin welat dijminatiya Tirkiyê dikin, dixwazin Tirkiyê ji ortê rakin. Dijminên Tirkiyê tim hene, ew nahêlin Tirkiye bi pêş keve.

Li Tirkiyê çi gelş çê bibe sebeb tim hinekên din in, dijminên der û hundur in, ew aboriya Tirkiyê xera dikin, ew qîmeta perê Tirkiyê dixînin. Berpirsiyarên hukûmetê, piraniya tirkan wiha difikirin, wiha dibêjin.
Yanî sebebê kirîza Tirkiyê ya aborî ne ne hukûmet e, ne dîktatoriya Erdogan e, Amerîka ye, Yekîtiya Ewrûpayê ye, dijminên tirkan in, ew wiha dikin.
Gava aqil kêm be, totik vala be meriv wiha dibêje...

Tirk be, ne tirk be, kî wiha nefikire, kî wiha nebêje dijmin e, xêrnexwazê Tirkiyê ye.

Irqçîtiyê, faşîzmê, fanatîzma dînî aqil ji tirkan stendiye, bûne êsîrên dîn û kemalîzmê.

Sosyologê tirk Dogu Ergîl gotiye, ” Yê dîndar, aqilê xwe rehîn daye baweriya xwe, yê laîq ruhê xwe teslîmî dewletê kiriye û nikane ji bin bandora faşîzmê xelas bibe. Her du serî jî nikanin ji nexweşiya irqçîtiyê û dîskrîmînasyonê xelas bibin.”

Li ser ehmeqiyê peyveke Albert Einstein a pir xweş heye, gotiye:
”Dînîtî bêguman ji ehmeqiyê çêtir e. Dînîtî wendabûna zekayeke heyî ye. Lê belê ehmeqî berdewamiya zekayeke tune ye.”

Rewşa tirkan ev e, ji dêlî ku berê xwe bidin dîktatorê ew xistin vî halê perîşan, wî ji ser kursiya wî bixînin, gazinan ji derve, ji kurdan dikin. Barî giran e aqilî sivik e, lema jî nikanin ji bin rabin.

Însan çiqasî cahil be hewqasî cesûr dibe. Berpirsiyarên tirk ji ber ku zêde cahil in xwe pir ji xwe bawer in, xwe mezin û biaqil dibînin û dev davêjin ji her kesî da.

Çi şaşiyê, çi zirteboziyê dikin jî tim ew bi heq in. Çimkî cahil in, kêmaqil in, lema jî sebebê perîşaniya xwe nizanin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE