Çend roj berê qabloya ronahiya ser deriyê me qetiya, hewş
tarî bû. Em carê fêrî hewşa ronî bûne, lema jî min çû yeka nuh kirî.
Cîranê min ê swêdî yekî hoste ye, gelek kar ji destan tê, mala camêr ava be,
hat alî min kir, meqeba xwe anî, dîwar ji min ra qul kir.
Karê ji destê min nayê, ez ban wî dikim, her alet û hacet li ba wî heye, tê ji
min ra çê dike. Gava dibîne ez nikanim û ew kane pir kêfa wî tê. Vê carê jî wer
bû.
Nuha dîsa wek berê ronahîyeke rengîn daye hewşê…
XXX
Leylana Sidîq xanimek kor e, lê ji ber ku evîndareke zimanê
xwe ye dîsa jî du kitêb nivîsîne û romaneka wê jî li ber qedandinê ye. Ji bi ku
şiîrên wê, kitêba wê bi deng werin xwendin alîkariyê dixwaze.
Bi çavên xwe nabîne lê dora xwe bi Kurdî ronî dike
Hêjayî teqdîrê ye, meriv dibe heyran. Korên xelkê kanin li
kitêbên bi deng gudarî bikin.
Yê kurdan kitêbên bi deng tune ne, dibê weşanxaneyên kurdî
li ser vê meselê rawestin û heger mimkûn e, heger di qeweta wan da ye çareser
bikin. Bira korên me jî ji xwendinê bêpar nemînin
-Ez dixwazim ji kitêba xwe Hebû tune bû 3 heban di çarçewa
projeya ''JI YÊN LI DÛ MIN RE'' diyarî sê xanimên dildarên zimanê xwe bikim.
Ew hersê xanim jî ev in: GİZEM YILMAZ, ROZERîN BABAYİGİT û
GULNARîN DEMİREL.
Min gelkî dixwest werim wir û ji wan ra îmze bikim, lê ev
îmkana min nuha tune ye.
Ji nuha da wan pîroz dikim.
Gelek sipas ji bo Medya Kitabevi !
Xaniman sipasî min
kirin û min jî ev bersîv da wan:
-Ji bo ku min kitêba xwe "HEBÛ TUNE BÛ" diyarî sê
keçên evîndarên zimanê kurdî kirin pir kêfxweş im. Hêvî dikim tu û herdu
xanimên din ji HEBÛ TUNE BÛ hez bikin, heger zarokên we hebin xemîşokên wê ji
wan ra bixwînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar