03 december 2021

Dibê ev qetlîam ji qatilên Daîşê ra nemîne !

Roj derbas nabe em xebereke reş, xebereke xemgîn, dilşewat nebihîzin û pê kezebşewitî nebin.
Do bi şev qatilên Daîşê li herêma Mexmûrê, li gundê Xidircîce 10 pêşmerge û ji malbatekê sê bira şehîd kirin.

Van qatilên devbixweîn çawa kanîbûne di êrîşekê da hewqas pêşmerge bi ser hev da bikujin aqilê meriv nagire.

Dibê van qatilan nikanîbûna 10 pêşmergeyên qehreman bi ser hev da bikujin û sax silamet xelas bibin. Ev qetlîameke.

Kuştina sê bi bira bi ser hev da êşeke pir giran e, Xwedê sebrê û tehamulê bide dayik û zarokên wan.

Dibêjin çeteyên Daîşê ketine nav gundê Xidircîce û dema pêşmerge çûne hawara gund ketine kemînê û her deh jî şehîd ketine.
Ev demeke êrîşên Daîşê zêde bûne. Daîşê çend roj berê jî li Silêmaniyê êrîş bir ser hêzên pêşmerge û 6 pêşmerge şehîd û sê pêşmerge jî birîndar kirin.
Ev êrîşên Daîşê perçeyekî ji êrîşên dewletên dagirker in, hêzên li pişt wan hene, qatil alîkariyên lojîstîk ji wan digrin.

Dibê kurd hêzên xwe, pêşmergeyên xwe bikin yek û miheqeq heyfa van şehîdan bigirin, dibê ev qetlîama mezin ji qatilên Daîşê ra nemîne.

Dibê hêzên pêşmerge û Hêzên Hevpeyman hevkariya xwe xurttir bikin û rê li ber trajediyên wiha bigrin.

Şehîdketine 13 egîdên kurd kezeba min peritand, meriv li hemberî êşeke wiha meriv lal dibe. Pir xemgîn im, şirîkê êşa malbatên şehîda me.

Hêzên pêşmerge dibê li her derê tim bi tedbîr bin û xafil neyên girtin, nekevin kemînê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE