02 december 2021

Dewleta we serê we bixwe !

Meqbûle Ozbek

Mahkima dewleta dagirker a Diyarbekrê îro 7 sal 6 meh cezayê hefsê daye
Dayika Aştiyê Meqbûle Ozbeka 72 salî.

Hûn barbar in !
Hûn û edaleta we qurişekî jî nakin.
Mahkimeyeke cidî, bi rastî mahkime bi dereweke hewqasî mezin 7 sal û 6 meh ceza nade jineke 72 salî.

Hakimê ev ceza daye jineke 72 salî,(xwedêgiravî endama PKKê ye) heger ne qûqla hukûmetê bûya wek hakim qeşmeriyeke wiha nedikir, 7 sal û 6 meh ceza nedida jineke 72 salî.

Ev zulm ewê ji we ra nemîne, rojekê hûnê hesabê zulma xwe bidin.

XXX

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ji ber ku Tirkiyê biryara Mahkima Mafê Mirovan a Ewrûpa ya di heqê Osman Kavala da bicî neaniye merheleya îhlalê daye destpêkirin.

Tirkiye bi biryarên wiha nayê rê, bi hezaran êsîrên girtine bernade. Cezayê pera, cemidandina endametiyê ya jî derxistina ji endametiya Konseya Ewrûpayê ji bo Erdogan ne problem e, jixwe ew jî tiştekî wiha dixwaze.

Heger Yekîtiya Ewrûpayê bi rastî jî dixwaze li dijî Tirkiyiyê gavekê bavêje, dibê hin biyarên cidîtir bigire. Dibê Tirkiyê ji NATOyê derxin, dibê ambargoyeke mezin deynin ser Tirkiyê. Dibê Bi Erdogan ra nepeyivin, rûnenin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE