02 december 2021

Berfa me dereng ma lê şevê çûnî barî


Şevê çûnî berfa me ya pêşî barî, hewşa me, hawirdor sipî boz kir. Em li bende kevzikî bûn. Lê wa ye barî û him jî xweş barî. Ya baş çend derece di binê sifrê da sar e, nahele.
 
Çaxa baran dide ser berfê meş û gerr zahmet dibe, herder dibe avzêm.

Mubarekê îsal pir dereng barî. Salê van çaxan çongekê berf li erdê bû. Lê bi derengî be jî baş bû hat, me nebarîya me yê çi bikira.
Bîsteke din ez û xanimê emê derkevin têr bigerin.

XXX

Me çû meşa xwe kir, lê me xwîdan da.
Kuçe û cade hîn venedabûn, meş gelkî zor bû. Gava berf zêde be meş zor dibe.


Sola xanimê ne potîn bû, berf diket nigê wê.
Min tedbîra xwe baş girtibû. Him bedena min gerb bû, him jî potîna min a zivistanê bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE