02 december 2021

Erdogan şevê wezîrekî diguherîne

Erdogan do bi şev nîvê şevê Wezîrê Xezînê û Maliyê Lutfî Elvan qewitand û hemşeriyê min Nûreddîn Nebatîyê wêranşarî danî ser kursiya wî, got vê carê bira navê te Wezîrê Xezînê û Maliyê be...

Ez nizanim ev dîno çima tim derengê şevê xelkê ji wezîfê digre û hinekên nuh datîne dewsa wan?

Law malneket, bihêle sibe tê xêr vêra. Çima tu xelkê şev nîvê şevê bi hev diguherînî?

Vî karî bi roj bike. Bi şev mesaî tuneye, her kes li mala xwe ye. Çaxa bû sibe nehêle here kar, bibêje min tu qewitand.

Ev mêrik wek barçêmkê ye, karê xwe tim bi şev dike, ezil û tayinan şev nîvê şevê dike.

Tobe tobe, bi navê Xwedê ev mêrik ne temam e, dînekî beradayî ye. Piştî ket her kesê vê rastiyê qebûl bike, lê wê demê jî dereng e. Nuha ji tirsa kes newêre bibêje.

Lê ez bawer nakim hemşeriyê min jî kanibe Reîs ji vê kirîzê xelas bike. Ewê hinekî din emirqûlî be hewqas.

Ez meraq dikim nuha ewê çi were serê TL ya tirkî ? Lîra tirk îro ewê çiqasî dakeve?

Keştî hêdî hêdî binav dibe, umrê Reîs dirêj xuya nake.

Lê tirk ne tu tişt in, belkî jî qet dengê xwe nekin.

Min got Nûreddîn Nebatî wêranşarî ye, lê ne kurd e, erebê mêrdînî ye. Me ji wan ra digot "mêrdînî. Dibê ev yek were zanîn û sûcên wî nekeve hustiyê wêranşariyan. 

 

XXX

Her ku Erdogan depeyive perê tirk dihele

Dibêjin îro danê nîvro bi midaxeleya Banka Merkezî jiqîmetketina TL yê Tirkiyê hinekî sekinî, Dolarek bû 12.45 tl.

Lê çer Erdogan di TRTê da dest bi axaftinê kir û got ew li dijî faîza bilind e, tl bû wek berfa roj bidê, dest bi helandinê kir, dolarek gihîşt nêzî 14 tl yê Tirkiyê.

Bêyê Erdogan kes nikane topa Tirkiyê bavêje, ancax ew bi zirzopiya xwe vî karî bike û Xwedê heye dike jî. Him jî pir baş dike, qûş li tirkan qetandiye, perê tirk bûye zibil, tirk ji nêza dimrin.

Lê helbet em kurd jî di agirê wan da dişewitin, ev jî bêşansiya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE