01 december 2021

Li Swêd rojnamevan hene !

Serokwezîra Swêd ya nuh Magdalena Andersson hukûmeta xwe do eşkere kir. 22 wezîrên hukûmeta Swêd hene; 11 jin in, 11 mêr in.

Li Swêd adetek pir xweş heye, dema hukûmetek nuh ava dibe, rojnamevan ji wezîran pirsa pirêze û sicîla wan dikin, dibêjin:
-Di garderoba te da tu cendek/term heye ya na?

Yanî pirêza te, sicîla te paqij e ya na? Te tu sûc, tu tiştekî xerab kiriye ya na?

Her wezîr, berî ku bibe wezîr raporekê li ser paqijiya pirêza xwe dide serokwezîr, sûcê, lekeya herî biçûk jî dibê ji serokwezîr ra bibêje.

Gava rastiyê tam nebêje, ya jî hin tiştan di bin ve ke, gava derkeve dibe gelşeke bawerîşiksetinê û kursî ji dest dihere.
Rojnamevanan do ji wezîrên nuh dîsa ev pirs kirin; di gardiroba te da tu cendek hene ya na?

Çend heban cezayên trafîkê îtîraf kirin, gotin me bi suret ajot, pûlis ceza daye me.
Hinekan gotin me bi serxweşî erebe ajotiye û em hatine girtin.
Wezîrê enerjiyê Khashayar Farmanbar got dema ez xort bûm, ez li aşxaneyekê xebitîm, 2000 kron (teqrîben 200 euro) reş da min.
Di medyaya swêdî da Khashayar Farmanbar wek îranî hat pêşkêşkirin. Lê nuha hin kurdan nivîsîye, gotine ew kurdekî ji Kurdistana Rojhilat, ji bajarê Bokan e, yanî ne faris e, kurd e. Yanî di hukûmetê da wezîrekî me jî heye.


Wezîra Kulturî Anna-Caren Sätherbergê got di xortaniya xwe da heşîş û narkotîka bi kar aniye û ev yek jî ji Serokwezîrê ra gotiye.
Yên hin tişt veşartin, sûcên kirine giş negotin rojnamevanan giş derxistin û yek bi yek ji wan pirsîn.

Wezîra hawirdor û îklimê Annika Strandhall hin tişt di bin ve kiribûn. Gava rojnamevanan jê pirsîn û got pirêza min paqij e, gotin tu rast nabêjî, tu çend caran ketiye îcrayê. Berê got ji ber deynekî telefonê yê biçûk(200 euro)ez ketime îcrê lê min nizanîbû, faktura bi ber çavê min neketibû.

Lê dûra derxistin di 3 salan da ji ber ku deynê xwe di wextê da nedaye 9 caran ketiye îcrayê.

Yanî çi di pirêza kê da hebe, çi sûc kiribe dibê bibêje; dixwaze bira ew 20 sal, 30 sal berê be. Dibê meriv dibije şefafiyeke wiha. Meriv dibe heyranê rojnamevanên wiha. Li Swêd rojnamevan hene, diwêrin bi gewriya siyasetmedarnan bigrin û hesab ji wan bipirsin.

Ez ditirsim tiştê hat serê Mona Shalîna were serê Annika Strandhall jî.

Di sala 1995a da derket ortê Mona Shalîn di nabêna salên 1991-1992a da karta wezîriyê çend caran di alvêra xwe ya şexsî da bi kar aniye.

Ev yek bû skandaleke mezin û bi navê "Tobleroneaffaren, Mesela çoklatê Tobleron" û Mona Shalîn ji wezîriyê û ji serokatiya Partiya Sosyal Demokrat ket.

Namzeda serokwezîriyê bû, ewê biba serokwezîr, lê piştî vê bûyerê êdî ew jî ji dest çû û çû li mala xwe rûnişt.

Yanî li Swêd ji bo derewekê ya jî ji bo xetayekî biçûk, ji bo di wextê da nedana deynê xwe, ji bo cezayekî trafîkê gelek caran wezîr mecbûrî îstîfayê bûne.

Gelo li Tirkiyê jî tiştekî wiha, adeteke wiha heye? Kesên dibin wezîr li ser jiyana xwe û pirêza xwe raporekê didin serokwezîr ya na?

Geleo li Tirkiyê jî rojnamevan diwêrin pirsên wiha ji wezîran, ji serokwezîr bikin?

Tiştê ez zanim li Tirkiyê serok û wezîr ne sûcên wiha biçûk, deve tevî hawid dadiqultînin û rojnamevan jî tu carî newêrin pirsên li ser diziyên wan, li ser sûcê kirine ji wan bikin.

Li Tirkiyê dizî, derew, berjewendîparêzî beşekî siyasetê ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE