01 december 2021

Nanê teze

Mamost di dersa dînî da qala mijara duakirinê, ji Xwedê alîkarî xwestinê dikir. Ji sinifê pirsî:

-Çima em bi xwestina carekê qîma xwe naynin, em di nimêja her sibê da ji Xwedayê xwe alîkariyê û nan dixwazin.

Zînê destê xwe bilind kir, got:

-Ji bo ku nan teze be.

 

Şeva gerdekê

Mamostê dersa dînî di dersê da ji Rihanê pirsî:

-Ji bo misilmanan şeveke pîroz heye. Mezin wê şevê mewlûdê didin, dua dikin, mûman vêdixin. Navê wê şevê çi ye?

Rihanê hinekî da bîra xwe, got:

-Şeva gerdekê ye.

 

Qapaxa şûşê

Mamostê matamatîkê ji Bazo pirsî:

-Di ser santîlîtreyê ra çi heye?

Bazo got:

-Desîlîtir.

Mamoste got:

-Baş e, di ser wê ra çi heye?

Bazo got:

-Lîtir.

Baş e, ya di ser wê ra çi heye?

-Di ser wê ra jî qapaxa şûşê heye…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE