30 november 2021

Sar û serma hat lê min jî tedbîra xwe girt

Gava sar û sermayê dest pê kir, sal çetin hat, dibê meriv jî ji salê çetintir be, bedena xwe baş biparêze.

Îro ji do sartir bû, -8-9 derece sar e. Sibe ewê ji îro hîn sartir be.
Min qapût, qazax û pantorê zivistanê bera ser bejna xwe da, kumê xwe da serê xwe, lepikê xwe kir destê xwe, potîna zivistanê kir pê û ez û xanim derketin derve, gerra xwe ya rojane. 

Yanî gava bedena meriv germ be sar, serma ne xem e.

Min şîreta swêdiyan ”hewa xerab tune ye, kincên xerab hene” ji xwe kiriye destûr û li gorî vê destûrê dimeşim. Lema jî sala çetin qet ne xema min e, ez tedbîra xwe digrim.

XXX

Dostê minê hêja Enwer Karahan kitêba xwe Silûk îmze kiriye û ji min ra şandiye. Pir memnûn bûm, mala wî ava be.

Xweşik çap bûye. Pîroz dikim, çavê wî ronîbe.

XXX
Ev demeke Abid Gurses nexweş e. Min îro telefonî wî kir, li halê wî pirsî. Li nexweşxaneyê bû, got nuha hinekî baş bûme. Lê dengê wî melûl bû. Tuxtor gotiye heta 3-4 rojan ewê bişînin mal. 
Evdo merivekî hêja ye, kurdperwerekî paqij e, merivekî rastgo û dildarekî Kurdistanê ye. Hevaltiya me kevn e. Ez pir jê hez dikim. Hêvî dikim ji vê nexweşiya pîs xelas bibe. 
Natirse, pir optîmîst e. Baş e moralê xwe xera nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE