10 december 2021

Em van mirdaran baş nas dikin

Hukûmeta li Tirkiyê îro li ser hukim e heta hûn bixwazin xerab e, yên hukûmetê, dewletê îdare dikin zalim in, zulimkar in, irqçî ne, faşîst in, mirdar in, neyarên me ne, serokê wan klîptoman e.

Em giş van tiştan zanin, problem ne ev e, ne hewce ye em xerabîyên wan tim dubare bikin.

Tiştê ji me ra lazim e riya xelasiyê ye, emê çawa ji bin destê van zaliman, van mirdaran xelas bibin?

Ji bo micadelê karê em dikin, micadela em didin dibê ji karê bêtir zirarê nede me. Dibê me ji welatê me dûr nexe. Dûrketina ji welêt, mahcirî, sirgûn li zirara me ye. Di tarîxê da me ji koçberiyê, ji sirgûnê zirareke mezin dîtiye.

Dibê em micadeleyek li gorî şertên Tirkiyê û welatê xwe yên îro bimeşînin, riyên, metodên li gorî van şertan bibînin.

 

XXX

Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê Suleyman Soylu, di meclîsê da dîsa daye tîzik û zirtan û ji mebûsên kurd ra gotiye, ”Yên bixwazin welatê me perçe bikin, emê çavên wan dirxînin !”

Hela hinekî hêdî bajo !

Wiya ne tu, dibê kurd bikin. Kurd naxwazin welatê kesî perçe bikin, tenê dixwazin dagirkeran ji welatê xwe derxin. Lema jî çavderxistin heqê kurda ye.

 

XXX

Gava dil reş be, bêterbiye be ji zimên jahr û zuqûm dibare. Merivê bêedeb gotina xwe nizane, pir rehet bêexlaqiyê, zirzopiyê dike.

Meriv ne rimildar e di exlaqê însên derxe. Kî bi edeb e, kî bêedeb e di minaqaşeyê da diyar dibe.

Meriv bi bêedeban ra nekeve minaqeşê baştir e.

 

 XXX

Berê kurdên ji tirkan hez dikirin, kurdên "bêteref" bûn, digotin em xwe tevî şerê kurd û tirkan nakin pir bûn.

Lê ez dibêjim bi xêra rejîma Erdogan-Baçelî kurdên wiha êdî nemane. Heger hîn jî mabin wele wê demê xalis muxlis bêxîret in, zilam û çekdarên dewleta tirk in.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE