10 december 2021

Ziman girtî serî rehetî

Carnan dibê meriv bi zimanê xwe kanibe û li malika xwe rûne. Meriv nikane qûna dinyayê rast bike. Pêşiyan gotiye zimanê xwe bibire, ciyê xwe bikire.

Hin dost û heval hin karên ne li gorî dilê min dikin, bi baweriya min hin tiştên şaş dibêjin, hin karên şaş dikin û diparêzin.

Lê bi texmîna min ew jî ji bo min eynî tiştî difikirin, li gorî wan yê li ser riya şaş, yê neheq, yê tiştê tewşomewşo dibêje û diparêze ne ew in, ez im, dibê ez jî wek wan bikim, karê wan teqdîr bikim.

Yanî mîtroyeke ji bo pîvana şaşiyan tune ye, li gorî şexsan diguhere, karê li gorî min şaş e, ji bo yekî din rast e.

Bêguman tiştê meriv şaş dibîne meriv kane rexne bike, ya jî dengê xwe neke.

Ez gelekê caran bêdengmayinê bêtir bi fêde dibînim û dengê xwe nakim. Nuha jî wisa dikim.

Çimkî ez zanim rexnekirina min him ewê tu feydeya wê tune be, him jî ewê bibe sebebê dilmayinê, bibe sebebê minaqaşeyên bêfêde û bi zirar.
Her tiştê meriv şaş dibîne ne şert e miheqeq rexne bike. Bêdengmayin, piştgirînekirin jî şiklekî rexneyê ye. Tu nabî şirîkê karê şaş, ew jî bes e.

Jixwe têra xwe dijminên min hene, him jî pir in, ez çend hebên din lê zêde nekim baştir e.

Çêtir e meriv carnan devê xwe bigire û serê xwe neke teqereqê. Zimano leqleq, serîyo teqreq. Zimanê meriv dibe bela serê meriv. Ziman girtî serî rehetî. Min ziman gem kir, serî rehet kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE