11 december 2021

Dînê, çima te wiha kir?

 

Evîn Guneş

Ji vêsê da ye ez di bin tesîra ”mirina” Evîn Guneşê (Fatma Demirel) da me. Kezeba min perritî.

Ez nikanim li rismê wê binêrim. Gava min xebera întîxara wê xwend ez kelogirî bûm. Bi vê qedera wê ya reş dilê min pir şewitî.

Tu kes ji kêfa xwe nakuje, miheqeq sebebekî cidî heye, lema mirinê ji jiyanê çêtir dibîne.

Ez bawer nakim sebebê întîxara Evîn Guneşê jî tenê aborî be, miheqeq derdekî wê yê din jî hebû, çare di mirinê da dît.
Ez hin tiştan texmîn dikim, lê ji ber ku baş nizanim nikanim tiştekî konkret bibêjim.
Lê wer texmîn dikim tahde û şîdeta mêrê têkiliya wê pê ra hebû sebebê esasî yê întîxara wê ye.
Hêvî dikim mesele zelal bibe, heger hebe sûcdar eşkere bibe û cezayê xwe bikşîne.

Di vê trajediyê da bi qasî sûcê dewletê, sûcê şexsan û civatê jî heye. Wan bi Evînê ra bêbextî kirin.

Xwezî wiha nekira, xwezî çare di mirinê da nedîta. Lê diyar e taqeta wê nema.

Min xanim nas nedikir, di medya sosyal da em heval bûn. Carnan min hin şiîr û nivîsên wê dixwendin.

Dilê wê mişt kul û derd bû, ji ber neheqî û zulma hevalê xwe gav û saetê dikir hawar û fîgan.

Xwe bi tenê û bêkes, bêpişt didît. Lema jî ji dinyayê, ji jiyanê bêzar bûbû, di şiîrên xwe da ev yek xweş dida xuyakirin. 

Dilê min tije ye, bi qasî bavê wê, bi qasî diya wê li ber mirineke bi vî hawî ketim. Evîn Guneşê mirineke bi vî rengî heq nekiribû, yên bûne sebeb xêrê xêrê û wayê nebînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE