12 december 2021

Şerê dil û aqil

Dil û aqil gelek caran li hev nakin, tim bi hev dikevin.

Dil, tim dixwaze rastiyê bibêje, aqil tim îtîraz dike, dibêje bîna xwe fireh bike, biaqil be.

Dibê meriv carnan bi ya dil, carnan jî bi ya aqil bike. Carnan bide dû dil, carnan jî bide dû êqil.

Lê dibê kînga meriv bi ya dil bike, kînga bi aqil bike ew pir zor e. Dimîne li ser êdî kê zora kê bir.

 

XXX

Ez hin însanan fêm nakim. Jixwe naskirin û fêmkirina însanan pir zor e; ya hinekan jî ne mimkûn e.

Lê ez ji tiştekî emîn im, dijminên min, yên ji min hez nakin, yên ji min nefret dikin pir in. Dostên min yên ji dil hindik in. Ez ji viya qet ne aciz im. Baş e ku ew kes ji min hez nakin.

 

XXX

Li dinyayê edalet, heq, huqûq tune ye. Heger li dinyayê, li ba Neteweyên Yekbûyî, li ba Mahkima Mafên Mirovan pirîska edaletê hebûye ewê serok û wezîrên Tirkiyê giş bigirtana bin kilîtê.

Çimkî jiyan li 30 milyon kurdî kirine dojeh, her roj dereke Kurdistanê bombebaran dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE