12 december 2021

Nêt ji gotinê muhîmtir e

Ji bo min nêta însên, dilpakiya însên pir muhîm e, ez bala xwe didim wê û li gorî wê hereket dikim.

Ji bo ku meriv ji însanekî bawer bike, dibê meriv ji gotinên wî bêtir nêta wî bizanibe, di nêta wî derxe. Ya muhîm ne gotin e, dil e, nêt e.

Heger bi nêteke pak şaşiyek kiribe, dilê we hîştibe jî xwe jê nexeyidînin, baweriya xwe pê bînin, jê hez bikin.

Lê heger ne ji dil, bi durûtî pesnê we jî dabe xwe jê dûr xin, pê ra hevaltiyê nekin.

Ji însanên rastgo, dilpak metirsin, ji yên durû, nêtxerab bitirsin. Nêt xerab be zarê şîrîn vir e, çimkî ne ji dil e.

Yên nêtxirab kînga fersendê bibînin kanin wek mar, wek dûpişkê bi we vedin.
Dûpişk kedî û terbîye nabe.
Li welatên azadî, demokrasî lê tuneye, di rejîmên otorîter, faşîst da merivên durû, dilnepak pir dibin.

-Însanan wek kitêban bifikirin. Bi qapaxên wan nexapin. Dema we hundurê wê xwend a wê demê hûnê qîmeta wê fêm bikin.
///Mewlane

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE