12 december 2021

Mêrik dixwaze medyaya sosyal li dinyayê nemîne

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotiye, ”medyaya sosyal ne li ser ewlekariya me ya netewî tenê, li ser ewlekariya cîhanê jî êdî bûye gefeke mezin.”

Dizo, ji bo ku kes bi virên wî, bi diziyên wî, bi sextekariyên wî, bi zirzopiyên wî nehese dixwaze medyaya sosyal ne li Tirkiyê tenê, li seranserê dinyayê qedexe bike. Ji bo ku têr bideze, zulmê bike kes pê nehese.

Tarîx bûye şahidê gelek dîktatorên dîn, nexweş. Lê belê di tarîxê da dîktatorekî wiha tune ye. Tirk di warê xerabiyê û karên xerab da tim di rêza yekê da ne. Erdogan jî jî numûneyeke wê ye.

Dîktator giş ji medyaya sosyal hez nakin, merv viya fêm dike, lê belê medyaya sosyal wek gefeke li ser ewlekariya Tirkiyê û cîhanê dîtin karê nexweşên patalojîk e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE