13 december 2021

Fêlbazî

Mudûrî fabrîqê du karkirên ji kar findirandibûn, ji xwe ra sohbet dikirin dît. Hinekî bi hêrs ji wan ra got:

-Ji bo çi hûn naxebitin?

Gotin:

-Em dixebitin mudûr beg. Em vî keresteyî dibin rendekirinê.

Mudûr got:

-Ka kereste li ku ye?

Ji karkiran yekî berê xwe bi hevalê da kir û got:

-Wîîî, hela tu bala xwe bide vê eksiyê Hemo, me kereste ji bîr kiriye...

 

 Îngilîzî

Mamostê zimanê îngilîzî di dersê da li ser fêde û girîngiya fêrbûna îngilîzî disekinî. Axaftina xwe qedand, dûra pirsî:

-Kî dikane bibêje çima Îngilistan ji Tirkiyê pêşketîtir e?

Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:

-Zarokên wan giş bi îngilîzî zanin lema.

 

Şekir

Mamoste ji Sosina biçûk ra got:

-Eferim Sosin, tu îro li dersê gudarî dikî û bêdeng î. Wek bexşîş ez pênûsekê bidim te ya jî şekirekî ?

Sosinê got:

-Ez şekir dixwazim.

Mamoste got:

-Çima şekir ?

-Çimkî dema ez rehet nesekinim tu kanî pênûsê ji min bistînî, lê şekir ezê bixum.

 

Teftîş

Mifetiş ji bo teftîşê çûbû dibistanê. Dema deriyê sinifê vekir û ket hundur, bala xwe dayê ji qîjewîjî meriv kerr dibe. Çû bi zor xwe gîhand mamoste, di guhê wî da got:

-Di nav vê qîjewîjê û qelebalixê da tu çawa kanî dersê bidî?

Mamoste got:

-Ewê nuha biwestin û rûnin, ezê jî wê çaxê dest bi dersê bikim.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE