07 juni 2022

Tirk bi Rûsyayê û bi Amerîkayê ra bazara dagirkirina tevayiya rojavayê Kurdistanê dikin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price gotiye me ji berpirsên hukûmeta Tirkiyê ra gotiye gerek bela ji xwe ji kurdên başûr vekin û êrîşî rojava nekin.

Lê tirkan hîn negotine ewê êrîş bikin ya na. Serokên Tirkiyê tim wiha dikin, heger bizanibin dijatiya Amerîka ewê tenê di gotinê û protestoyê da bimîne sedî sed ewê êrîş bikin.

Lê heger bizanibin Amerîka, Rûsya ewê bêdeng nemînin, ewê bersîveke cidî bidin Tirkiyê, wê demê ewê li ser dêla xwe bikevin, êrîş nakin. Erdogan nuha him bi Amerîkayê ra, him jî bi Rûsyayayê ra bazara dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê dikin.

Yanî her tişt girêdayî cidîyeta Amsrîka û Rûsyayê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov sibe dihere Tirkiyê ji bo ku bi tirkan ra bazara dagirkirina rojavayê Kurdistanê bike.

Erdogan dixwaze ji Rûsyayê destûra êrîşê û dagirkirina hin erdên din bistîne. Esas hedefa tirkan dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê ye.

Ji bo vê armanca xwe tirk dixwazin bi rûsan ra bazarê bikin. Heger rûs dagirkirina rojava qebûl bikin, ew çi bixwazin tirk ewê bidin wan.

Ji bo ku destûra dagirkirina tevahiya rojavayê Kurdistanê ji Pûtîn bigrin, tiştên, bihayê tirk nedin tuneye.

Rewşa rûsan xerab e, nuha gelkî motajî Tirkiyê ne, lema jî talûka daxwaza Erdogan qebûl bikin heye. Hêvî dikim kurdan û Esed nefroşin Tirkiyê.

Di rewşeke wiha da Amerîka, Fransa ewê çi bike ne diyar e. Heger Amerîka dev ji piştgiriya kurdan bernede baş e, tirk ewê newêribin êrîş bikin.

Tirk bûne mukir, bûne qîr û bela û ketine deriyê me kurdan, em dikin nakin, em nikanin xwe ji vê bela qebîh, ji vê teniya bi don xwe xelas bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE