Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-07
Em bi zarokan ra çûn daweta Uzeyîr Al. Dawet li Kîstayê bû. Di
şevê da min sipîkerî kir, min çend pêkenîn gotin. Em derengê şevê gihîştin malê.
Di dema belavbûnê da Abîdîn Alkoyun ji min ra got:
”Wê rojê min ji te ra got dibê em bibin yek, min yekîtî parast. Nuha te got
Abîdîn çi merivekî saf e ne wisa?”
Min got:
”Na, te got û min jî ji samîmîyeta te bawer kir. Nuha ez fêm nakim çima tu wiha dibê? Min bi xwe sebebê vê gotina te fêm nekir.”
Di nav me da li ser yekîtiya bi hevalên ji me veqetiyan e minaqaşe heye, diyar e di nav wan da jî minaqaşeyeke wiha heye. Dibe ku hinekên li dij jî hebin.
XXX
1986-06-07
Min havîngehek ji bo hefteykê kirê kiriye. Em îro çûnê, lê bi çi halî!
Em negihîştin ser otobozê. Otoboza din piştî 3 saetan diçû.
Em 3 saetan li wir
man. Ji şansê mw ra baran bû, em him qefilîn, him jî şil bûn. Saet di 14.50î da
otoboz hat. Rê nêzî du saetan ajot.
Dema em gihîştin wir, du keçikên xwediyên
xênî li wir li bende me bûn. Heta em gihîştin xênî jî baranê venekir, em dîsa
şil bûn.
Ciyê me xweş, gundek e, li ber avê ye, goleke mezin e. Lê baran e.
Hêvî dikim baran sibe veke .
Emê hefteyekê li vir bin.
XXX
1987-06-07
Ez û Mûrad Ciwan ji bo civîna Armancê em çûn Uppsalayê. Me civîna redaksîyona Armancê li mala Necdet Gundem çêkir. Me him civîna xwe çêkir, him sohbet kir, him jî hinekî vexwar. Di vê civînê da me kêf kir. Em bi şev li wir man.
XXX
1999-06-07
Di rojnama Mîllîyetê ya îro da skandalek bi navê “tele
kûlak” (guhê tele) hatiye eşkerekirin.
Di xeberê da tê nîşandan ji mafya faşîst û katilên wek Kurşat Yilamz û Mahmût
Yildirim(Yeşîl), Ozal Baysal û hin kesên din, xwedêgiravî li wan tê gerandin bi
telefonê bi meqamên Serokkomar ra, bi Serokwezaretê ra, bi Erkanî Herbiyê ra,
bi Midûriyeta Emniyetê ra, bi Musteşarê MÎTê ra, welhasil bi gelek dezgeh û berpirsiyarên
dewletê yên bilind ra peyivîne.
Emniyeta Ankqerê li telefonên van şexsan
guhdarî kiriye, lê helbet di vê nabênê da ew bi kê ra peyivîne jî hatiye
tespîtkirin.
Fîkret Bîla di nivîsa xwe da dipirse, dibêje van kesên li wan tên gerandin ji
bo çi telefonî serokkomar, serokwezîr, Erkanî Herb û derên din kirine?
Ez rûniştim, heta seet duduyê şevê min nivîsek nivîsî. Di nivîsa xwe da min got
sebebê vê yekê çaresernebûna mesela kurd e, çimkî ji dewletê ra qatilên dizî,
qatilên ne eşkere lazim in.
Lema hewqas çete û qatil kanîbûne telefonî serok û
giregirên hukûmet û dewletê bikin.
Lê çi heyf dema min ji Fîkret Bîla ra şand data kilît bû û min kir nekir, min
nikanîbû nivîs xelas bikira. Ji ber ku min spara nekiribû(danexistibû, hilnanî
bû) lema keda min a 2-3 saetan bi avê de çû.
XXX
2020-06-07
Ji Dîlan Yeşîlyaprak ra
Dîlan xanim, tu ji kîjan bajarî yî?
Hêvî dikim tu hemşeriya min î, ji Wêranşarê yî.
Xanimê gotiye ew ne wêranşarî ye, ew mêrdînî ye:
- Mixabin Ez ji Mêrdînê ji gundeke girêdayî Stewrê me
bi navê Ewîna.
Wey li min bavo, tu jî mêrdînî derketî ! Bi Xwedê min texmîn
dikir, lê min di hundurê xwe da digot ez hêvî dikim ev texmîna min şaş be...
Yaho van mêrdîniyan kurdayetî, sinet, huner, edebiyat ji kesî ra nehîştin.
Tumbelek mabû wa ye we ew jî biriye, xistiye destê xwe...
Xwedê teba
Dîlan: Ez berî du salan hînî kurdî bûm û li Îzmîrê mezin
bûm. Tu haya min ji Mêrdînê tunebû walla lê xuyaye di rihê min de heye :)
ji bo kurdî çûm kursê û pirtûka min ya yekem ev bû
Min gelek çîrokên te jê biriye û gava diçim gund li wir
civata zarokan li dora min kom dibin ez bi çîrokên te forsa xwe diavêjim :)
Bersîva min:
Dinya tije surprîzên xweş in û ne xweş in. Bi vê serpêhatiye te pir kêfxweş
bûm. Diyar e tu yeka gelkî jîr î. Gerek tu bi dê û bavê xwe ra cara bi tirkî
nepeyive û zarokên xwe jî bi kurdî mezin bikî. Ew kitêba min a xemîşokan pir
muhîm e, lê kurdan qedrekî zêde nedanê. Dibê li her mala xwedî zarok hebe, dibê
her dê û bav xemîşokên wê ji zarokên xwe ra bixwîne. Min 40 xemîşokên/çîrokên
din lê zêde kirin, di demek nêz da ewê çapa duduya derkeve.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar