06 juni 2022

Sebebê kirîza hukûmetê ne Amîneh Kakabaveh e

Medyaya swêdî Amineh Kakabavehê kiriye hedef, bi swêdî dibêjin bûye mîha reş(Svarta fåret), her kes êrîşî wê dike.

Ew jî ne yeka zêde ne baqil e, di medyayê da şertên xwe rêz dike û xwe dike destiyê kêrê. Tiştê di nabêna xwe û hukûmetê da bibêje, eşkere dibêje, ev jî dibe sebebê zimanê Tirkiye bêtir êrîşî hukûmetê bike

Bi gotinên xwe zirarê dide kurdan. 4 partî (Moderaterna, Sverigedemokraterna, Kristdemokraterna, Liberalerna) dixwazin wezîrekî bixînin, kes ji wan ra tiştekî nabêje, kes naçe bi gewriya wan nagire, nabêje çima hûn wiha dikin ?
Lê diherin bi gewriya Kakabavehê digrin.

Ew jî nabêje çima hûn ji partiyên mixalefetê, ji parlamenterên wan ra eynî tiştî nabêjin? Bira ew pêşniyareke wiha neynin meclîsê.

Kakabaveh ne Socialdemokrat e, ji partiya ”S”ê îstîfa nekiriye, ji wan ra negotiye raya min tim ji we ra ye.

Yanî Kakabaveh bi mixalefetê ra hereket bike û raya xwe ji bo xistina Morgan Johansson bi kar bîne bi hukûmetê ra bêbextiyekê nake, wek partiyên din ew jî tercîheke xwe dike.

Bi ya min dibê wiha neke, dibê bi hukûmetê ra hereket bike, lê gava li dijî Morgan Johansson raya xwe bide jî ne qebhet e. Ma raya wê tenê pere dike?

4 partiyên din jî rayan didin. Çima kes ji wan ra tiştekî nabêje? Çima partiyên din di rojeke wiha da dixwazin Morgan Johansson bixînin?

Bira ew partî viya nekin, bira ji wan partiyan hinek li dijî partiya derkevin.
Ma berpirsiyarî ya Kakabavehê tenê ye?
4 partî dixwazin Morgan Johansson bixînin, normal e, heqê wan e, kes wan rexne nake, lê Kakabaveh tenê bûye sûcdar ”Svarta fåret.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE