06 juni 2022

Li hemberî irqçîtiya tirkan dibê em bêdeng nemînin

Reaksiyona kurdan li hemberî rêzefîlmê di ATVê da baş e, kêfa meriv tîne.

Gelek kurd di medyaya sosyal da vî fîlmê heqaretên mezin li kurdên başûr dike, kurdan û hukûmeta Kurdistanê biçûk dibîne rexne dikin. Li hemberî êrîşên dijmin kurd xwedî li hev derkevin, piştgiriya hev bikin şêlek baş e.

Lê ev yek têrê nake, dibê hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê heqaretê bêdeng nemîne, miheqeq bersîvek baş bide ATVyê û rejîsorê fîlm.

Ya din jî dibê kurdên başûr fîlmên tirkan boykot bikin, fîlmekî tirk jî nekirin û di telewîzyonên xwe da neweşînin.

Telewîzyonên Kurdistana Federe bûne wek kanalên tirkî, dibê êdî fîlmekî tirkî jî nîşan nedin.

Ne ev fîlm tenê, piraniya fîlmên tirkan fikir û hestên antî-kurdiyê û neyartiya kurdan enjekteyî mejiyên însanan dikin.

Bersîva kurdên başûr a herî baş dibê fîlmên tirkan boykot bikin. Gava viya nekin vala ye, vê heqaretê dadiqultînin.

Rexneyên çend kesan ne bes e, ji bo tirk tobe bikin, careke din newêribin heqareteke wiha li me bikin dibê fîlmên wan werin boykotkirin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE