06 juni 2022

Îro mîvanekî me yê pir ezîz hebû

 




Îro mîvanekî minê pir ezîz hebû. Salihê Kevirbirî bi du diyariyên ji bo min pir bi qîmet hat çend saetan bû mîvanê me.

Camêr du tizbiyên, yek ji yekê xweşiktir diyar min kir. Herdu jî tizbiyên xerîb û kêm tên dîtin.

Ez dildarê tizbiya me, ji tizbiyên bi qîmet pir hez dikim. Gava diçim welêt heger lê rast werim dikirim.


Ez qet ne li bende diyariyeka hewqasî giranbiha bûm. Lema jî ji bo min bû surprîzeke pir mezin.

Min ji birayê xwe Fûad ra qala qahwa kizwana kiribû, mala wî ava be, ji min ra du pakêt qahwa kizwana û kg. fistiq şandiye. Sipas, mala wî ava be.

Min digot Salih ewê îşev mîvanê me be, lê pismamê wî Beşîr haziriyeke din kiribû, lema li ba me nema. Lê soz da me ewê rojeke din bibe mîvanê me û şevekê li ba me bimîne.

Salih rojnamevanekî pir taybet e, tu carî destvala naçe serdana kesî.

Camêr cara berê jî destvala nehat, ji min ra pakêtek qahwe anîbû.
Lê diyariya wî ya vê carê li ber dilê min pir bi qîmet e, ez pir dilşa bûm.

Bi taybetî jî tizbiya zer a hebgir moriyên hustuyê dayika min a rahmetî anî bîra min. Pir dişibe moriyên wê.

Moriyên kahrîban ên hebgir xişrên, morî û mircanên keç û jinan bûn, li gundan hema hema di hustuyê her keç û jinê da hebû. Li ba gelekan morî û mircan ji zêr bi qîmettir bûn.

Gelek sipas Salih, tu her hebî. Hêvî dikim kesên din jî ji Salihê Kevirbirî îlhamê bigrin.

2 kommentarer:

  1. Salih ne tenê rojnamevan, dostikî hêjaye.

    SvaraRadera
  2. Rast e, Salihê Kevirbirî dostekî min ê kevn e. Ev dostaniya me bi salan ra xurttir bû.

    SvaraRadera

PARVE BIKE