Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-18
Piştî kar ez çûm bajêr qahwexanê, ez û Saîd Aydogmuş bi hev
ra çûn mala me. Bi rê ve û li malê em li ser SOL BÎRLÎKê (Yekîtiya Çep) û li
ser propagandeya li dijî me tê kirin peyivîn.
Mesele hat ser propaganda ”Saîd li Mûrad (Mûrad Ciwan) xistiye.”
Min got di nav milet da gotineke wa digere, dibêjin ”Saîd li Mûrad” xistiye.
Got derew e, tiştekî wiha tune ye. Got vê derewê Wahap Serîn belav dike. Got
Abîdîn (Alkoyun) û Saîd Guven jî eynî tiştî dikin. Got Riya Azadî jî bi qestî van
derewên bêbinake belav dike.
Dibê em problema nava xwe hel bikin. Dirêjbûna vê gelşê partiyê roj bi
roj dihelîne, ji îtîbar da dixîne. Ji ber çaresernebûna vê gelşê hevalên merkeza
partiyê tên hemberî hev, bi şexsîyetên wan tên lîstin. Her roj li qahwexanan
li ser van kesan, li ser kî bi kê ra ye, kî merivê kê ye tê peyivîn.
Ji bo ku em kanibin rê li ber van tiştan bigrin dibê em gelşên nava xwe zû hel
bikin; ya bibêjin emê ji SOL BÎRLIKê derkevin ya jî tê da bimînin. Berdewamiya
bi vî hawî partiyê ji îtîbar da dixîne.
Got rast e, me bi destê xwe ji xwe ra belayek çêkir. Gelek kesên berê xwe nêzî
me dikirin, nuha xwe ji me kef dikin, dûr dixin.
Min got Elîşêr(Zîya Avcî)dibêje wek partî sebebê hebûna me ji ber ku merhela
şoreşa Kurdistanê ji ya Tirkiyê pêşdatir e.
Heger ne wiha bûya gerek em jî wek
patî tunebûna. Yanî dibê me bi tirkan ra partî çêkira. Min got ez viya şaş dibînim,
gelo fikrê te yê li ser vê meselê çi ye?
Got hewcedarî heye di nava partiyê da em li ser vê meselê bipeyivin, minaqaşe
bikin. Û dûra jî got ez jî bi dîtina Elîşêr ram e.
Ez şaş mam, me hinek minaqaşe kir, min got sebebê hebûna me ne merhela me ya pêş
da û paş da ye, em miletekî bindest in, welatê me hatiye dagirkirin û em şerê
azadî û serxwebûnê didin. Şert û bingehê şoreşa me ji ya Tirkiyê sed qatî
paşdetir be jî ferq nake, dibê em partiyên xwe çêkin û ji bo serxwebûnê
bixebitin.
Me li ser vê meselê li hev nekir, wî digot ji ber ku îro şertên şoreşê li
Kurdistanê ji Tirkiyê pêîşdatir e lema em partiyên cihê ne. Şertê welatê me em
mecbûrî vê yekê kirine.
Mahmûd Kîper telefonî min kir, got sibe em hevdu bibînin. Me
li komelê saet di 15.00a da wext da hev, sibe emê li wir hevdu bibînin.
XXX
1986-06-18
Beyana Yekîtiya Roja Welat û Wahap Serîn, Seîd Guven û hevalên wan do ket destê
min. Min îro xwend. Bi baweriya min zewaca bêdil e. Yekîtiyeke ji mecbûrî ye.
Dixwazin ji navê xwe xelas bibin.
Ez bawer nakim yekîtiya xwe bidomînin. Piştî demekê ewê hevdu sûcdar bikin û
belav bibin. Yanî hêviyê nade min.
Lê yekîtiya wan dîsa jî baş e, du du nav, du problemên tevgera kurd a netewî
kêm dibin.
XXX
2013-06-18
Di 6ê hezîranê da di dîwarê facebooka xwe da ez rastî agahdariya derketina
kovara ”Bêderê” hatim.
Wek her tim dîsa gelkî kêfa min hat û min bi lez xeber
xwend. Kurdekî Sirûcî yê bi navê Îbrahîm Halîl Baran(Brahîm Xelîl), mizgîniya
derxistina kovara Bêderê dida û bi vê gaziya gelkî manîdar li kurdan dikir gazî
û hawar û digot:
” Hevalên Sirûclî, he wa wa!
Mi go, va tema şorên me, çîrokên me, mesele û filan bêvanên me, ro bi ro nolê
şêrîn şekirê ku di çayeke demlî da bihele, ronkahiya royê li pêş çavên me wenda
dibin, bi xeml û xişrên xwe ji bîra me bar dikin darin. De li ber vê xezebê me
niyet kiriye, vê havîne em dikin bi kurmanciya boz û berazî kovarekê
(dergiyekê) derxînin. Navê kovarê BÊDER e. Heta taliya vê mehê emê li benda
yaziyên (nivîsên) we bin, bêdera deyştê mehcûb mekin. Spas.”
Piştî ku min ev mizgîniya derketina kovara Bêderê û gazî û
hawara Îbrahîm ya li kurdan û hemşeriyên xwe yên rihayî xwend, wek hemşeriyekî
wî min jî hema bi lez ev şirove li binê xeberê nivîsî:
”Îbrahîm Xelîl, ezîzê ber dilê min, min nizanîbû kurdiyeke te ya hewqasî şîrîn
û nazenîn heye.
Heger ez jî wek te xwediyê vê kurmanciya paqij û hingivîn bûma, bira li min ahd
û wahd bûya ku min yek gotin jî bi tirkî binivîsanda.
Li gel ku kurmanciya min wek ya te hewqasî ne şîrîn û xurrî ye, lê dîsa jî ez
tu carî tenezulî tirkî nakim.
Brahîmê hêja, piştî ku tu hewqasî xweşik bi kurmancîya sirûcê dizanî, ez sond
dixwim tu yê bi kovara Bêderê(Bênderê) ji miletê xwe ra xizmeteke pir mezin
bikî. Û wek hemşeriyekî te yê wêranşarî, temiya min li te, dev ji tirkî berde û
bi hemû hêza xwe, xwe bide kurmancî. Bi qasî ez dibînim, tu merivekî ne muhtacî
şîretan î, lê ezê dîsa jî bibêjim; bawer bike îro roj tu kar, tu xizmet ji bo
kurdan ji nivîsandina bi kurdî ne muhîmtir û elzemtir e. Heger tu dixwazî li ba
miletê te fikir û şiûra netewî rojekê berî rojekê xurt bibe, dibê tu dev ji
tirkî berdî û xwe bide kurdî, der û dora xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî û
axaftina kurdî bike. Ji nuha da ji te û ji hevalê te ra serkeftinê dixwazim.
Gelek silavên biratiyê.”
Ez bawer dikim piştî rojekê Îbrahîm bersîva vê şiroveya min da û wiha got:
”Keremdar bî kekê Zinar. Te ji bîr kiriye lê min û te bi salan berê gelek li
ser Kurmancî sihbet kiribû. Tenezula min ya Tirkî ne ji bo şîrînaya wê ye; ji
bo xelaskirina keç û xortên Kurda ye. Lê bawer bike kesên bi Kurdbûn û
Kurdistanîbûna xwe dihisin, berê xwe didin qulbeya Kurmancî...”
Bi rastî qet nayê bîra min ku min û Îbrahîm li ser kurmancî sohbet kiriye û ji
hev ra nivîsîye. Xwezî ew nivîsên me nuha li ba min hebûna û min ew jî
biweşanda.
Piştî bersîva wî, min jî bersîv dayê û got:
”Brahîmê hêja, tu rast dibêjî, lê mala kalbûnê wêran be, hiş di serê meriv da
nahêle.
Di salên 60-70-î da li her bajerekî Kurdistanê du sê kesên kurdperwer hebûn û
hemûyan jî hev û du nas dikir.
Pir hindik ez jî nuha wiha me, hema hema hemû kesên kurdîzan nas dikim,
dixwazim nas bikim û belkî jî bi gelekan ra carê me silavek jî daye hev.
Lê dema hevaltî berdewam nebe, di vê cîhana înternetê da meriv navan ji bîr
dike. Lê ez pir kêfxweş im ku ji Surûcê tu û kesên wek te hene û dixwazin li
zimanê xwe xwedî derkevin.
Ew herêm ji alî folklor û zimên ve herêmeke pir taybetî ye, dibê folklor û
devoka wê herêmê(Riha, Surûc)ji wendabûnê xelas bibe û têkeve kitêbxaneya
kurdî.”
Bi vî hawî me dawî da sohbeta xwe ya li ser kovara Bêderê. Lê ez bi nêt bûm ku
ezê Bêderê taqîb bikim, ziman û berhemên tên weşandin bibînim.
Çimkî ez teşwîqkirinê, halandanê û heger mimkûn be piştgiriya her weşaneke
kurmancî li ser xwe wek wezîfeyeke netewî dibînim.
Û heta ji min tê, bi du rêzan be jî piştgirî û kêfxweşiya xwe nîşan didim û hewildanê
pîroz dikim.
Dibê însan bibînin ku xebata wan bala însanan dikşîne û tê teqdîrkirin. Ev
gelkî muhîm e.
Bi vê fikrê û felsefê ez her tim gavên wiha teqdî û teşwîq dikim û wek min got,
heger ji min were alîkariyê jî dikim.
Piştî vê sohbeta min ya bi Brahîm Xelîl ra bi çend rojan, min ji xortekî bi
navê Emer Faruk Baran e-mailek girt.
Emer Farûk Baran, di e-maila xwe da digot: ”Merheba Seydayê Zinarî, (ji vî
babetê tewandina navan ez qet hez nakim) Kurmanciya cenabê te jî a berê ye, ew
kurmanciya me ya ku hîn ''neherimiye'', em dixwazin vê zelaliyê li ser Bêdera
xwe jî bibînin.
Eger wexta te hebe, tê ji me re tiştekî bi kurmanciya boz binivsîni. Spas.
Silavên berî azana mixurbe.”
Min daxwaza nivîsandinê qebûl kir, min got baş e, ezê tiştekî binivîsim…
Lê li alî din jî paşnavê ”Baran” li ba min meraqek peyda kir, ji ber ku yê
Brahîm Xelîl jî ”Baran bû.
Min ji xwe ra got, gelo ev camêr kî ye, gelo ew û Brahîm Xelîl Baran birayên
hev in? Loma jî ez rabûm di nava e-posta xwe ya kevin da li navê ”Omer Farûk
Baran” geriyam.
Min dît ku min û Omer Farûk Baran jî di cîhana vê bêxwediya înternetê da ji
sala 2008a û virda hevûdu nas kirye û me çend caran jî silav li hev kiriye, li
hal û demê hev pirsîye, ji hev ra çend rêz nivîsandine.
Min nivîseke wî di bloga xwe da bi navê ”nameya xortekî jîr” weşandiye û kêfa
min gelekî ji nameya wî ra hatiye.
Di e-maileka xwe da(16/1-11) Emer Farûk Baran ji min ra wiha nivîsîye:
”E Bargiran Baran, wê çaxê ez ditirsiyam û min ev nav li xwe kiribû. belkî were
bîra te, te li ser du nivîsên min nivîsî bû, yek ji wan ''nameya xortekî pir
jîr bû'', sax bî spas. Bi xêr û saya ew pesnên te ez çêtir bûm... koma me ya
Pêngavê pênç şeş kes in, wê hevalên din jî spasiyekê ji te re binivîsin, ez
bawer im. spas.”
Min jî bi vê e-maila jêr bersîv daye vî xortê jîr, gotye:
”Emer, xortê hêja, gelek sipas ji bo van gotinên te yên qedirşînas. Xortê hêja,
ez wezîfeya xwe dikim, dema ez nekim ez neheq im.
Gava kurdekî ji bo gelê xwe karekî baş kir dibê meriv teqdîr bike, qedir û
qîmetê bidê ked û xebata wî. Serkeftina we ya miletê kurd e, kî ji bo azadî û
serxwebûna miletê kurd kevirekî bide ser kevirekî li ber dilê min pir ezîz
e...”
Bêguman dema meriv dibîne bi çend gotinan meriv tesîrek baş
li kurdekî kiriye, cesareta nivîsandinê dayê wî, ew teşwîqî nivîsandinê kiriye
meriv pê kêfxweş dibe.
Dema meriv ji devê xortekî kurd derheqê xwe da gotinên wiha dibihîze, fena ku
meriv fêkiyê dara meriv çandiye bixwe. Meriv hewqasî dilşa dibe.
Ji roja ku ez bûme xwedî înternetê(ez dibêjim belkî ji sala
1996-97-a û virda ye) û di vê cîhanê da min dest bi nivîsandinê kiriye, min tim
bala xwe daye ser kesên bi kurdî dinivîsin.
Her cara ku di malperekê da, di facebookê da ez rastî
nivîseke kurdî hatime, min miheqeq xwediyê nivîsê pîroz kiriye, pesnê wî/wê
daye û gotiye dom bike, ew teşwîqî nivîsandina bi kurdî kiriye.
Ev 7 sal in blogeke min(HindikRindik)heye. Min hema hema her
roj nivîsek du nivîs nivîsîye, heta nuha min di bloga ”Hindik-Rindik” da tam
2057 meqale weşandine.
Ez bloga xurî kurdî ya pêşî me, ez facebooka xurrî kurdî ya
pêşî me. Û di van herdu malperên xwe da jî heta nuha min yek rêz jî bi tirkî
nenivîsîye, heta ji min hatiye min tim hewil daye ku kurd dev ji nivîsandina
tirkî berdin û bi kurdî binivîsin.
Ez bawe dikim hindik be jî feydeyeke vê îstîkrara min çêbûye
û gelek kurd cara pêşî di blogamin da, di facebooka min da, bi tesîra teşwîqa
min kurdî nivîsîne û gelek jê jî dû ra fêr bûne û kurdiya xwe pêşda birine.
Piştî ku min ji Emer Farûk Baran ra got erê, ezê ji Bêderê
ra tiştekî binivîsim, ez hinekî fikirîm, min got gelo ez çi binivîsim û qala çi
bikim?
Min ji xwe ra got, ya herî baş ew e ez bi kurtî qala çîroka
hevnasîna xwe û Emer û Îbrahîm bikim û bi vê yekê ra jî çend gotinan li ser
muhîmiya zimên û weşanên kurdî bibêjim.
Min li jor hinekî qala çîroka hevnasîna me û teşwîqkirina
nivîsandina bi kurdî kir.
Berî her tiştî dibê însan netirse û ji dest bi nivîsînî
bike.Netirse, nebêje ez baş bi kurdî nizanim.
Bira destpêkê şaşî pir bin, tişt nabe, hêdî hêdî meriv fêr
dibe.
Kes di zikê diya xwe da fêr nebûye.
Meriv ajnêberiyê tenê dikane di navê da fêr bibe, heta meriv
nekeve avê, dest bi ajnê neke û neke çelpe çelp û ji bo fêrbûnê israr neke,
meriv fêr nabe.
Nivîskarî jî wiya ye, bi nivîsandinê meriv fêr dibe û dibe
nivîskar. Wekî din tu rê tuneye. Ji bo me kurdan rêya fêrbûna zimên ev e, ji
ber ku yê me wek xelkê mekteb û zanîngehên me tunene, dibê em bê mamoste, bê
mekteb, xwe bi xwe, li malê fêr bibin.
Çawa dareke fêkî piştî çandinê tavilê fêkî nade, jê ra ked û
wext lazim e, kovar û rojnameyek jî wiha ye, jê ra sebir, îstîkrar û wext lazim
e. Dibê meriv zû neweste û berdewamiyê nîşan bide.
Berdewamî baweriyê dide însanan.
Di sala 1979a da deme kovara Tîrêjê dest bi weşana xwe kir,
kesên dikanîbûn bi kurdî binivîsin 5-6 kes bûn.
Li gel ku tenê 4 hejmar derketin jî lê dîsa jî şopek,
mîrateke pir baş û mezin li pey xwe hîşt; bi saya wê bi sedan însan fêrî
xwendin û nivîsandina kurdî bûn û çend nivîskar û şair li pey xwe hîşt.
Arjen Arî, Berken Breh, Malmîsanij, Mam Ronga, Rojen Barnas
ji van şair û nivîskaran tenê çend kes in.
Yanî fêkiyekî baş da.
Azadiya Welat jî her wiha ye. Azadiya Welat di sala 1990î da
dema dest bi weşana xwe kir kesê ku li Kurdistanê û li Tirkiyê bikanîbûya bi
kurdî binivîsanda tunebû.
Loma jî Mîrhem Yîgît ji Stockholmê çû demeke dirêj li Stenbolê ma, alîkariya
wan kir, heta ku hin kesên wir fêrî nivîsandina kurdî bûn.
Lê îro dema em lê dinêrin, Azadiya Welat bûye rojnameyeke rojane û wê xebatê bi
sedan nivîskar bi xwe ra aniye, bi hezaran kurd fêrî kurdî kiriye.
Yanî xebata bi çend kesan dest pê kir, piştî çend salan wek darekê fêkiyekî pir
xweş da û bexçeyê miletê kurd dewlementir kir.
Min ev herdu nimûne dan, ji bo ku hûn, kesên ku dikin kovara Bêderê derxin
bizanibin xebata we jî piştî çend salan dikane netîceyên wiha bi xwe ra bîne,
dikane fêkiyên wiha xweş bide.
Di jiyana weşangeriyê da ya muhîm ew e ku meriv îstîkrarê nîşan bide û baweriyê
bide xwendevanên xwe.
Dibê hûn li viya miqate bin.
Ezê bi çar çavan li bende Bêderê bim. Ez ji kurdiya surûcê ya ”boz û berazî”
pir hez dikim.
Li Wêranşarê çend dengbêjên me yên bi navû û deng hebûn, hemû jî surûcî û
rihayî bûn, min gelkî bîriya dengê wan kiriye. Ji nuha da ji we ra serkeftinê
dixwazim.
Zinarê Xamo
Stockholm 2013-06-18
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar