18 juni 2022

Hetanî em bindest bin li tu derê ji me ra rehetî tune ye !

Xwendekarên Zanîngeha Dêrsimê Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî, li Parka Seyid Riza kom bûne û li ser gefên mamoste Îlyas Kayaokay beyanek mişterek dane.

Xwendekaran di beyana xwe da gotine mamosteyê Zanîngehê Îlyas Kayaokay tim me nerehet dike, gefan li me dixwe û dest davêje hin xwendekarên keçik. Lema jî wan li mamoste gilî kirine.

Hetanî em bindestê tirkan bin li tu derê ji me ra rehetî tuneye, ne li bajarên Tirkiyê, ne jî li bajar û zanîngehên Kurdistanê. Ji ber ku dewlet li pişta mamoste ye lema diwêre zulmê li xwendekaran bike, dest bavêje ji keçikên xwendakar da.

Dibê em kurd hemû êvî vê rastiyê bibînin û li riyên xelasiya ji bindestiyê bigerin.

Hedefa dewletê û û tirkan me wek milet bihelînin, bikin tirk. Ji bo vê çi lazim be ewê bikin û dikin.

Kurdên naxwazin bibin tirk fikrê wî, bawerî û îdeolojiya wî çi dibe bira bibe, dibê armanca wî/wê xelasiya ji vî halê perîşan û zelîl be.


XXX

Çar roj berê hêzên amerîkî bi hêzên kurd ra li Cerablusê li gundê Himêre girtin ser mala serokekî Daîşê, ew û du paşmêrên wî girtin, kelemçe kirin û birin Kobanê.

Berpirsê amerîkî yê operasyonê gotiye kesê girtine kurd e û navê wî Hanî Ehmed El-Kurdî ye.

Yanî hîn jî kurdên xayin yên bûne celadên qewmê xwe di nava Daîşê da hene. Tiştê xweş amerîkiyan ev xayin û herdu zilamên wî birine Kobanê.

Tirk har bûne, ji hêrsa başûr û rojava topbaran dikin, li Amîdiyê du jin bi doçkeyan birîndan kirin, li Kurdistanê û Tirkiyê gelek kurd girtine û bela xwe di Yûnanîstanê didin.

Yanî nikanin bi kerê bi daran bi palik ketine.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE