Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985.06-19
*Piştî kar berê çûm malê, ji wir jî çûm komelê. Hesen Yoldaş û Mahmûd Kîper li
wir bûn, li derve rûniştibûn. Em li ser nameya Komîta Merkezî ji KUK-SE ra
nivîsîye û li ser biryara ji bo Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep) girtiye peyivîn.
Mahmût got me biryar girtiye li Tenstayê afîş bikin. Afîşê 10 saliya partiyê. Min
got sibe êvarî saet di deha(22.00)da em bikin. Mahmût got sibe êvarî mîvanên me
hene, ez nikanim.
Got ezê îşev telefonî we bikim, emê li ser rojeke din li hev
bikin.
*Ji wir ez çûm mala Aslan(Mehmet) Kaya. Zarok û xanim li wir in. Ezê bîstekê bi Aslan ra sohbet bikim.
XXX
1996-06-19
Tirkiyê îro wexta Hêza Çakûç hetanî dawiya temûzê dirêj kir.
Berê wek her car digot ji bo dirêjkirinê hin şertên me hene, heger Amerîka wan
şertên me qebûl neke em dirêj nakin.
Ji şertên wan yek jî gerek Hêza Çakûç ji
Kurdistana Başûr neqlî Tirkiyê bibe. Wer xuya dika Amerîkayê ev şertên Tirkiyê
qebûl nekirite, lê di bazarê da ne.
Maşalê li hev nekin, Hêza Çakûç li dereke
din bi cî bikin. Ji nav lepên tirkan derketa ji bo me ewê baştir biba.
ji ber ku Hêza Çakûç li Tirkiyê ye Amarekî gelek caran mecbûr dimîne hin
daxwazên tirkan qebûl bike, ji li hember hovîtiyên wan bêdeng dimîne.
XXX
2009-06-19
Ji Muzûr Çem ra
Merheba birayê Munzûr!
Du roj berê ev belavoka li ser zazan ji min ra hat.
Ma haya te ji vê heye?
Di belavokê da zazan weke kurd qebûl nakin û dibêjin zazakî jî ne lehçeyeke
zimanê kurdî ye. Di malpera wan da navê te jî weke nivîskarê wan heye. Ez lînka
malperê jî ji te ra dişînim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
https://www.zazaki.de/index.php/zaz/
XXX
2020-06-19
Ji Îlknûr Bîlîr ra
Îlknûr xanimê serpêhatiyek xweş nivîsîye. Min ev şirove kir.
Di medyaya kurdî da hebûna kesên wek te ji kesên din jî numûneyeke pir baş e.
Ez gelkî qîmetê didim nivîskarên jin, dibê edîbên jin zêde bibin, ev yek nîşana
pêşketin û medenîyeta civatekê ye.
Di medyaya kurdî da hebûna kesên wek te ji kesên din jî numûneyeke pir baş e. Ez gelkî qîmetê didim nivîskarên jin, dibê edîbên jin zêde bibin, ev yek nîşana pêşketin û medenîyeta civatekê ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar