19 juni 2022

Her ku ewrûpî xûgiyê didin Erdogan ji xwe ra xerabtir dikin

Serokên Tirkiyê dixwazin bi şantajeke eşkere hin daxwazên xwe bi Fînladiyayê, bi Swêd û bi NATOyê bidin qebûlkirin. Ji ber ku takîye felsefeya wan e her derewê, her bêbextiyê û her şantajê ji bo xwe mubah dibînin.

Swêdî, fînî û amerîkî viya baş zanin lê newêrin Erdogan bêminet bikin, ji hêza wî, ji çeteyên wî ditirsin. Bi taybetî jî ewrûpî ji Erdogan pir ditirsin, hinavê wan jê diqete.

Lema jî dixwazin bi bertîl û xûgiyê xwe ji bela Erdogan biparêzin, wî memnûn bikin.

Lê ewrûpî şaşiyeke mezin dikin, bi xûgiyê, bi tirsonekiyê Erdogan bêtir aşûnî û gewî dibe, daxwazên derî aqil ji wan dike. Şantaj ji bo xwe kiriye sîstem.

Çimkî zane li hemberî ewrûpiyan gef, şantaj pere dike, berê kara xwe jê dîtiye, tahmijiye.

Yanî bizina kol elimiya danîyan.

Erdogan her tim ge bi şantajê, ge bi takîyê îşê xwe meşandiye. Her kes zane Daîşê îdare dikin lê kes jê ra tiştekî nabêje.

Hetanî nuha 3-4 serokên Daîşê di himêza artêşa tirk da girtin, kuştin, lê tiştek ji Erdogan ra negotin.

Vê carê jî Erdogan ewê ji Fînlandiyayê, ji Swêd û ji Amerîkayê hin tiştan piçirpîne.

Pir hindik ewê bertîl bikin ji bo ku bela xwe ji wan veke.

Lê dawiya vî îşî nayê, sibe ewê maneyeke din bibîne û dîsa geşta xwe bixwaze..

Her ku ewrûpî ji tirsa xûgiyê bidin Erdogan, her ku wî bertîl bikin ji xwe ra xerabtir dikin, wek vampîrî bitahmije xwînê, ewê ji wan tim hinekî din bixwaze.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE