19 juni 2022

Em zû dibin heyranê neyarê xwe

Aşpêjê(aşçiyê) Bulent Ecevît qala hin bîranînên xwe yên bi Bulent Ecevît ra kiriye, gelkî pesnê diristiya Ecevît daye, gotiye Bulent Ecevît merivekî pir û pir dirist bû, tu carî malê dewletê nedixwar, dema  serokwezîr bû jî tim ji bêrîka xwe mesref dikir, tu carî qebûl nedikir ji qasa dewletê tiştek ji mala wî ra were kirîn.

Kêfa kurdekî me (ne hewce ye ez navê wî bibêjim)pir ji van aşpêjê Ecevît ra hatiye, wî jî nivîs belav kiriye.

Kurdê ev nivîsa li ser Ecevît ecibandiye û belav kiriye ez nas nakim, lê piştî min nivîs xwend min ew ji hevaltiya xwe derxist. Min jê ra got, ji ber ku te ev nivîsa li ser Ecevît belav kiriye ez te ji hevaltiya xwe derdixim.
Nivîsa min ji wî kurdî ra nivîsî ev e:

”Piştî vê parvekirina te ya li ser Ecevît min tu ji hevaltiya xwe derxist.

Heger bi Ecevît ra ehlaq hebûya eslê xwe înkar nedikir û li dijî azadiya miletê kurd dernediket.

Serokwezîrekî Tirkiyê pêxember be jî gerek yekî kurd jê hez neke, pesnê wî nede.”

Bi rastî bi kurdan ra aqil tune ye, zana û kurdperwerên me kanin ji serokwezîrekî Tirkiyê hez bikin, kanin pesnê diristiya serokwezîrekî Tirkiyê bidin, bi diristiya wî kêfxweş bibin.

Kanin herin herin bîranîna herin merasima wefata serokwezîrekê Tirkiyê û bi hurmet wî yad bikin.

Yanî kurd pir rehet ji neyarên xwe, ji dagirkerên welatê xwe, heta ji heramzadeyên xwe hez dikin. Dijminatiya ji bo mirîşkekê, ji peyveke tahl, ji bo sîleyekê bi hev ra dikin, bi qatilên bav û kalên xwe ra, bi dagirkerên welatê xwe nakin.

Çimkî hafiza û şiûrê netewî zeîf e, lema bi diristiya serokwezîrekî Tirkiyê kêfxweş dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE