17 juni 2022

Ez li karê derketim !


Bi dana endametiya xwe ya DALKURDê ez li karê derketim. Xortekî (Erdal Kurdman) telefonî min kir, got madem te endametiya xwe daye, dibê tu werî maça 26ê mehê jî. Heger hûn werin, ezê di 26ê mehê da werim we bibim Uppsalayê maçê û ji wir jî we bibim mala we.

Min got ji viya çêtir, xêrê Xwedê ye! Emê werin, çima neyên, ez jî li tiştekî wiha digeriyam.

Jixwe ez difikirîm di Twîtterê û Facebookê da bibêjim gelo xwedîxêrek tuneye were me bibe?Lê Xwedê ji min ra li hev anî, wa ye bêyî ez alîkariyê bixwazim Erdal Kurdman hat hawara min, got heger hûn bixwazin ezê werim we bibim. Min jî ji vê çêtir, were me bibe…

XXX
Bi alîkariya lawikê me şikir min nuha endametiya xwe ya DALKURDê şand.

Ev çend roj bûn ez li ber digeriyam ji bo ku alî min bike. Axirê îro li min hat rahmê û endametiya min şand. Nuha min rehet kir, fena barek ji ser milê min rabû.

Kurdino, gelî keç û xortan, hûn jî bibin endamên DALKURDê !

Dalkurd ne taximê tu hêzê, tu partiyê ye, taximê kurdan teva ye, taximekî netewî ye. Kurdên ji her fikrê, ji her baweriyê dibê Dalkurdê wek taximê miletê kurd bibîne.

Bira bi sedhezaran endamên DALKURDê hebin, bira Dalkurd zarokên kurd perwerde bike. Bira bi sedan lîstikvanên kurd di taximên mezin ên dinyayê da bilîzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE