Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-06-17
*Çûm qahwexanê, Salim Çelîker, Riza Polat, Yilmaz(Selîm Bakac), Hesen Yoldaş li
wir bûn. Salim got milet ji delegeyên kongrê razî ye, lê qala axaftina te
dikin, ez te pîroz dikim. Kêfa min hat.
Me di kongrê ra dijminatiya kesî nekir, me got em bi her kesî ra kar dikin. Me
sîstema komunan parast. Kêfa milet ji vê şêla me ra hat.
*Êvarî dema ez hatim mal, Abdulkadir Yildirim li mal bû. Lawê Hecî Eliyê Lastêkê ye, xortekî ji hevalên me yên ji Wêranşarê ye, nuh hatiye, îltîca kiriye. Me bi hev ra şîva xwe xwar, dûra çû. Carnan tê mala me. Lê sebra wî li vir nayê. Merivekî bêîstîkrar xuya dike.
*Bi şev min telefonî Husên Aksaç kir. Ji bo serokatiya dîwanê
min sipasî wî kir, min jê ra got mala te ava be. Derdê kurdan nayê kişandin. Îdarekirina wî ne xerab bû.
XXX
1986-06-17
Vêsê saet di 9a da çûm meşa Dev-Yolê. Hevalekî Dev-Yolê dema dihere Almanyayê
pûlisên alman wî digrin û dixwazin teslîmî Tirkiyê bikin. Tirkiyê navê wî daye
Înterpolê haya wî jê tunebûye.
Li dora 20-40 kesên ji Dev-Yolê li ber konsolosxaneya Almanyayê kom bûn,
xwestin hevalên wan were berdan.
Nêta min hebû herim Almanyayê lê piştî girtina vî lawikî newêrim herim. Ez
dibêjim ewê navê min jî dabin Înterpolê. Îhtîmal heye navê bi hezaran însanî
dabin Înterpolê. Tirk Înterpolê baş bi akr tînin.
XXX
1989-05-06
Ez di jiyana xwe tu carî wek ku îşev tirsiyam netirsiya me.
Ji do da bû Serhat di tayê da bû, agirê wî hebû. Min du cara telefonî
nexweşxanê kir, min got agirê lîwik heye, ez bînim wir.
Geh gotin tuxtur tune ye, geh gotin zarok e, normal e. heger heta roja duşemiyê
baş nebû wê çaxê bibe ser tuxtor.
Saet di dehê(22.00)şevê agirê pir zêde bû, bîstekê raket û rabû.
Diya wî girt himêza xwe, hema ji nişka ve di himêza wê da perpitî, dest û pê lê
xwar bûn, çav di ser hev ra qulibîn, şaş bûn. Ruyê wî reş û hinşin bû. Me got
mir ! Hunavê min qetiya. Min ban ambulansê kir, me bir nexweşxana zaroka(Sachsska
barnsjukhuset).
Ez û Rûken saet di duduyê(02.00)şevê vegeriyan malê. Ew û diya xwe li man.
Piştî nîvro min çû anî malê. Çaxa min anî hinekî baş bû, agirê wî daketibû. Lê ji
êvarî da ye(18/6) agirê wî dîsa zêde bpye. Ji tirsa em ketine hev.
Tuxtor got di canê wî da wîrusek heye, çaxa agirê wî zêde dibe lê wiha tê. Got ”fêber
kramp” yanî firka/krampa tayê derbas kiriye.
Ji şansê xerab re, do(17/6) emê biçûyana havîngehê. Min havîngehek
ji bo hefteyekê bi 2260 kronî kirê kiriye. Heger lawik baş nebe sibe jî em
nikanin herin. Perê me bi avê da çû.
XXX
1997-06-17
*Ev sê roj in ordiya tirk ji Kurdistana Başûr revî revî
direve. Erkanî Herb dibêje em eskerên xwe yên zêde paş da vedikşînin.
Lê ez
dibêjim ne rast e. Diyar piştî xistina du helîkopteran hinavê wan qetiye, belkî
jî di îkmala lojîstîk da zahmetiyê dikşînin.
Paşdavekişandina bi vî şiklî ji bo
wan têkçûneke mezin e. Evdila Ocalan tavilê zafera xwe îlan kir.
Wek min texmîn
dikir vê êrîşê PKK xurt kir, moralê gerrîla zêde û xurt kir, li der û hundur
îtîbareke mezin da Ocalan.
Ez dibêjim li Kurdistana Başûr îro hêza herî xurt ew in, heger îro ne ew bin jî
sibe ewê bibin hêza herêî xurt. Çimkî mesele ketiye vê xetê.
Vî şerî PDK zeîf
kir, PKK jî xurt kir, kir hêza esasî. Vî şerî li ba soranan jî fikrê yekîtiya
bi kurdên bakur ra xurt kir, gelek kes ewê tevî PKKê bibin.
Li Başûr jî êdî
gelek kurd Apo wek serokê xwe dibînin. Di tarîxa kurdan da ev tiştekî nuh e,
merheleyeke nuh e.
*Di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da îro îlana kuştina Omer
Ozsokmenler heye. Min nebihîstibû hatiye kuştin, Yilmaz(Selîm Bakac) ji min ra
got.
Min çû rojname kirî. Îlan ji alî Seydo Aslandag, Mehmet Turan, Sado Kirici
û yekî bi navê Welî Şahîn hatiye dayin.
Di nava wan da Seydo Aslandan hevalê Omer Ozsokmenler e, ew pir samîmî bûn. Yên din wî nas nakin, ji ber ku hevalên Seydo ne beyan îmze kirine.
Li gorî xeberê, Omer li Kurdistana Başûr ji teref PDKê hatiye kuştin.
Heyf, hezar carî heyf ! Pir li ber ketim.
Merivekî wek zêr bû. Bi eslê xwe ne kurd bû, bavfile bû. Lê neyarekî dewleta
tirk bû, ji bo kurdan li dijî Tirkiyê bi dil û can şer dikir. Û çi heyf wa ye bi
destê kurdan hatiye kuştin.
Nizanim meriv çi bibêje?
Ne pir be jî lê hin bîranînên me bi hev ra hene. Cara dawî heger ez ne şaş bim
me di sala 1978a da li Stenbolê hevdu dîtibû. Ew jî bi tesadufî bû. Wî ez dîm.
Ji par ra herdu çavên min girtin, got ez kî me?
Bi dîtina wî ez pir kêfxweş bûm, çimkî em zarokên bajarekî bûn. Med est di
hustuyê hev ra bir û em çûn li parqekê rûniştin.
Wê demê ew hevalê Kurtuluşê bû, digotin yek ji serokên Kurtuluşê bû. Kurmancî
fêr bûbû. Lê vê dawiyê çû gihîşt PKKê, bû apocî. Gorra te şad be Omer !
Tu ji bo azadî û serxwebûna kurdan derketî serê çiya, lê trajediya mezin ew e
ku tu bi destê wan hatî kuştin. Li ser navê miletê te ji bo serxwebûna wî şer
dikir û şehîd ketî ez uzrê xwe ji te dixwazim.
XXX
2014-06-17 15:33
Ji Yucel Aslan ra
Yucelê hêja, bi rastî pir xweş e. Te pîroz dikim. Di devoka we da daçek tuneye, ev taybetiyeke devoka alî we ye. Lê tişt nabe, dîsa jî helbestên te pir xweş in.
Tu li ku mayî? Tu li ku mayî masîya di nav derya min Hişê min derdikeve, dikeve bîrya(bêriya) min Te mîna şivanekî ez avêtime mexela...
Ne barxana min tînî, ne jî cirya min….
Yücel Aslan Yucel, ”barxan” û
”cirya” çi ye, maneyên wan çi ne?
2014-09-26 11:02
Yucel gotiye:
”Roj baş kekê min hêja ,min helbestek ser zimanê kurdi nivisiye ez dixwazim
fikra we jî hildim fikra we ji bo min gelek gelek giirnge,ev helbest wek
helbeten din nine ji bo min”
Min ev bersîv dayê.
Merhema birayê deal. Li qusûra min nenêre, do bi şev min ji
bîr kir. Pir xweş e, çend şaşiyên rastnivîsê hebûn min ras kirin.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Zimanê kurdî Tu çiqas şirînî, çiqas xweşî
Mîna xalîçeke nexş bi nexşî
Mîna cihêzê qîzeke çevreşî
Mîna dayika min gul û geşî
Tu hem beybunî, hem binevşî
Mîna soraya orta zebeşî
Tu mîna siwarekî kubarî keleşî
Tu mîna hespekî kihelî reşî
Te ewqas tîr û kevan xwar in
Tu hîn dibezî hîn dimeşî
Tu avêtin ji çapxana
Tu buyî benîştê devê nezana
Lê te xwe parast bi awakî zana
Xanî bi Mem û Zinê tu anî pirtukxana Herîrî tu kirî devê
helbestvana
Feqîyê Teyran bi Hespê Reş dayî rihwan li meydana
Erebê Şemo bi Şivanê Kurmanca dayî nasîn bi nîşana Qanadê
Kurdo pesnê te da ba kurdzana
Tu Gumriye hatî xewna Hecî li sêwixana
Ber sura Amedê li gel kalemêra li çayxana
Tu mîna şekirekî Şamê helîyayî li ser zimana
Bi pênusa Osman Sebrî, Nuredîn Zaza ,Qedrîcan
Zarînî û qîrînî ya te ket nav Hewara Bedirxana
Bi hestên Cegerxwîn tu ketî devê ciwana
Ketî şevbêrkên dengbejan li diwana
Tu ketî devê Evdal nava miqam û strana
Tu buyî kilam di nav têlên temburê hozana…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar